Dorpêça li Suweydayê tî birçî û nexweş dihêle

Jinên bajarê Suweydayê yên ku di nav dorpêçî û rêgiriyê de liberxwe didin û riyên alternatîf ji bo jiyanê diafirînin, dibêjin "Pêdiviyên jiyanî û tenduristî li herêmê nayên peydakirin. Rewşa jiyanê têk diçe."

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Dorpêça ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê birêvebirin ve li ser Suweydayê hatiye ferzkirin, dikeve meha xwe ya duyemîn. Êşa niştecihên ku di nav kêmbûna giran a kelûpelan û rawestandina xizmetguzeriyan de dijîn her diçe mezintir dibe.

Di nava vê krîzê de, jinên Suweydayê di rûbirûbûna dorpêçkirinê de wek hêzek bi bandor derketine holê. Wan çareseriyên alternatîf ji bo dabînkirina debara jiyanê bipêş xistine. Wek mînak, dema ku ar hebe li malê nan pijandin. Her wiha danûstandina kelûpelên xwarinê di navbera cîranan de û destpêkirina însiyatîfan ji bo piştgiriya malbatên herî zêde bandordar.

Pêdiviyên jiyanî û tenduristiyê nayên peydakirin

Întîsar Hemze ya ku ev mehek e ew di bin dorpêça ku niha ketiye meha xwe ya duyemîn de dijî, da zanîn ku dorpêçkirinê êşa niştecihan pir zêde kiriye û rewşa dijwar a li Suweydayê bi van gotinan anî ziman: “Hejmara dikanên vekirî pir kêm e. Heta sebze jî, tenê çend cûre hene. Ji ber nebûna pêdiviyên bingehîn, peydakirina wan ji bo me dijwar bûye. Divê rê bên vekirin û pêdiviyên jiyanî derbasî bajêr bibin. Carna nan li firûnan tên peydakirin û carna jî nayê. Her wiha derman jî nayên peydakirin.”

Dorpêçkirin heta li ser gundan û alîkariyan jî heye

Randa Nasr jî derbarê rewş û trajediya ku tê re derbas dibin de ragihand ku tevahiya Suweydayê di bin dorpêçê de ye û wiha axivî: “Tewar nahêlin ku alîkarî bikeve bajêr jî. Gundê min dorpêçkirî ye, li wir cenaze mane, nahêlin ku em wan veşêrin. Her kesê ku hewl dide bikeve hundir an jî derkeve, dibe hedefa nîşangiran. Nexweşxaneya li Suweydayê piştî ku hat wêrankirin, êdî nikare alîkariyê bike. Keçek min nexweş e û nexweşxaneyê berê gaz û materyalên sterîlîzasyonê dida me, niha nikare, ji ber ku tiştek peyda nabe. Em hêvî dikin ku dorpêçkirin di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Ji ber ku qutbûna elektrîkê û avê bandorek mezin li ser jiyana gel dike. 44 gundên bandordar hene. Medyaya biyanî jî rastiya tiştên ku li Suweydayê diqewimin, nîşan dide.

Afirînerî û sebra li hember rêgiriyê

Hoda El-Tewîl da zanîn ku tevî şert û mercên dijwar, jinên Suweydayê şiyanek berbiçav nîşan dane ku liberxwe bidin û çareseriyên alternatîf bibînin. Hoda El-Tawîl wiha got: “Gelek kesan dest bi çêkirina nan a li malê kirine. Bi firûnên kevneşopî an jî tenûran nan çêdikin, lê dema ku ar hebe. Jin di nav hev de xwarinan bi hevdu diguherînin, hin jî ji erzaqên malê xwarinê amade dikin, ta ku sebzeyên mayî heya demek dirêj biparêzin û piştre bikar bînin. Jinan bi riya berhevkirina alîkariyan an belavkirina xwarinê, ku ev jî rihê hevgirtin û serhildanê yê ku civaka Suweydayê diyar dike, piştgirî dan malbatên herî zêde bandordar.”

Meşa dirêj a ji bo stendina nanek

Mufîda Fatih ku 3 zarokên wê hene jî, anî ziman ku rewşa wê berê baş bûye û çîroka xwe ya piştî dorpêçê destpê kiriye vegot. Mufîda wiha got: “Min berê tiştên çandiniyê diçand û tiştê ku min qezenc dikir difrot da ku ez û zarokên xwe debara xwe bikin. Lê ji ber vê rewşê û nekarîna kirînê ya mirovan, rewşa min hîn xirabtir bûye. Bi taybetî jî bi qutbûna avê re. Em ji bo stendina nan jî, divê riyeke dirêj bimeşin da ku nanek bistînin. Gaz xilas bûye û heta darê agir jî kêm e. Em nikarin çayê jî amade bikin. Rewş gelek dijwar e. Sûcê zarok û nexweşan çi ye ku ew jî wek me di bin vê êşê de bijîn? Çima em di vê rewşa dijwar de asê mane? Em daxwaza vekirina bilez a dergehan û rakirina dorpêçê dikin.”