‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna’ hat damezrandin

‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna’ ku ji 5 rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, hate damezrandin. Platform dê li dijî tevahî cureyên zordariyê têbikoşe.

Navenda Nûçeyan – Hewldanên ji bo yekkirina hêz û rêxistinên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir dibin. Di çarçoveya van hewldanan de, 5 rêxistinên jinan li Rojhilatê Kurdistanê bi têgihîştina pêwîstiya yekîtî û xebata bi hev re,  damezirandina ‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna’ wekî sîwanek sivîl-neteweyî û parêzvanek rasteqîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan, îlan kirin. Navên van rêxistinan: Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Kurd-Horîzona Komala, Rêxistina Têkoşîna Jinên Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistanê, Komeleya Azadiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê ne.

‘Rola jinan nîşan da ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin’

Daxuyaniya Platformê wiha dest pêkir:  “Ji bo azadî, wekhevî, mafên rewa yên jinan. Ji bo hemû jinên azadîxwaz ên Kurdistanê!

Şervanên azadî û wekheviyê!

Di sed salên borî de, têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd ji bo rizgariyê berdewam û bênavber bû. Rola jinan nîşan da ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin.

Di berdewamiya dîrokê de jinên Kurd ne tenê beşek ji nasname û têkoşîna neteweyî bûn, di heman demê de ew ruh û giyanê serhildanê bûn. Di serdema nû de, lûtkeya rêberiya jinan di serhildanê de dest pê kir (Jin wekî makanîzmeyên guhertinê bûn). Jin ne tenê wekî daxwazkar, di heman demê de wekî rêber û wênesaziên pêşerojê derketin holê û ev yek bû sedem ku cîhan bi çavekî siyasî yê kûrtir li şiyanên jinan ên ji bo birêvebirina krîzên mezin binhêre.”

‘Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê du qat rastî zilm û zordariyê tên’

Berdewamiya daxuyaniya platformê wiha ye: “Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê her tim bûne hedefa zilm û zordariya du alî. Ji aliyekî ve, ew ji mafên xwe yên neteweyî wekî Kurdek bêpar maye û ji aliyê din ve, ew wekî jinek di bin qanûnên muhafezekar de rastî zilm û zordariyê tê. Em li Rojhilatê Kurdistanê pênc rêxistinên jinan in: ‘Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Komala, Rêxistina Jinên Têkoşîna Kurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê.’ Me piştî çend hevdîtin û nîqaşan dît ku em hewcedariya yekîtî û xebata bi hev re fam dikin û em ‘Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê – Jîna’ wekî sîwanek sivîl-neteweyî û parêzvanek rastîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan, radighînin.”

‘Platform li dijî zilma dîrokî li dijî jinan derdikeve’

Di dirêjiya daxuyaniyê de tekezî bi têkoşînê hat kirin û wiha dewam kir: “Ev platform girêdana di navbera têkoşîna neteweyî û têkoşîna mafên jinan de xurt dike û li dijî vê zilma dîrokî ya li dijî “jinên Kurd” derdikeve.

Armancên sereke yên Platforma Jîna ew in ku îradeya neteweyî ya jinan bike yek û cihê jinan di civakê de xurttir bike, li dijî dagirkeran û zordariya sîstematîk a li ser jinan bisekinin û têkoşîna sivîl-siyasî ya jinan dewlemendtir bike.”

‘Li derdora platformê bicivin’

Her wiha Platforma Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bang li hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê kir bi israr û parastina mafên xwe yên rewa, li dora vê platformê bicivin. Dem hatiye ku jinên welat cudahiyên xwe bidin aliyekî û bi yek deng û yek îradeyê ji bo rûmet û mafên xwe yên neteweyî têbikoşin.”

Sedema damezrandin û armancên platformê ev in:

“Di sed salên borî de, heta Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya sala 2022’an rola jinan di pêşvebirina demokrasî û azadiyê de di nav civakên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de girîng bûye. Bi taybetî jî di qadên aborî û parastina jîngehê de.”

Jinên li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan ku li hember her êrîşeke baviksalar rawestiyane û bûne xwedî dîrokeke têkoşînê li dijî desthilatdariya baviksalar a Îranê. Ji aliyê din ve, ew bi hişmendiyeke neteweyî û berpirsyariyeke bilind li pirsgirêkên jinan ên li beşên din ên Kurdistanê dinhêrin. Beşdarbûna jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de mînakek girîng a destkeftî û ezmûna hêja ya vê têkoşînê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê çend rêxistinên jinan ên xwedî ezmûn û nasnameyên dîrokî hene ku ji bo pirsgirêka jinên Kurd berpirsyar in.

Her yek ji van rêxistinan di parastina pirsgirêkên têkildarî jinên Kurdistanê de rolek lîstiye, israr kiriye û ji bo nîşandana niheqî û zordariya li ser jinên Kurd a di civakê de ya di bin rejîma siyasî ya dijî jinan de û ji bo hişyarkirin û çareserkirina vê zordariyê hewl daye. Ji aliyê din ve, têkoşîna berfireh a jinan di warên cûda de nîşan daye ku pirsgirêka jinan ji çarçoveyên partiyan berfirehtir e. Ji ber vê yekê pêdivî bi avakirina avahiyek pir-partî ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye. Avahiyek ku çalakvanên jin ên ji partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl, her wiha çalakvanên jin ên di warên cûda de di nav xwe dihewîne, heye. Li ser vê bingehê, Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna dê li gorî hewcedariya çalakiyên din, hevkariyê û yekbûna dengên jinên Kurd were damezrandin.

Armanc:

  1. Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê - Jîna ji bo yekkirina hêza rewşenbîrî û têkoşîna jinan hate damezrandin. Ji ber vê yekê, ew erkê xwe dibîne ku li dijî her cûre cudakariya zayendîperest, neteweyî, çandî û çînî ya li dijî jinên Kurd li Îranê şer bike. Di vê çarçoveyê de, ew ne tenê têkoşîna ji bo mafên jinan didomîne, di heman demê de vê têkoşînê bi têkoşîna rizgariya neteweyî ve girêdide û xwe wekî beşek ji têkoşîna ji bo xwerêvebirinê li Kurdistanê dibîne.
  2. Ew hewl dide ku beşdariya jinan di pêvajoyên diyarkirina çarenûsê de bi bandor û biryardar mîsoger bike û di nav partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de di asta rêberî û biryardanê de bighîje pozîsyonên xwe yên rewa.
  3. Ew bi awayekî sîstematîk û bernamekirî daxwazên jinên Rojhilatê Kurdistanê ji partiyên peywendîdar re, nemaze partiyên siyasî yên dijberî Komara Îslamî ya Îranê re, radighîne.
  4. Ew ji bo pêşxistina hevkarî û hevgirtinê bi jinên Îranî yên pêşverû û jinên ji etnîkên din ên li Îranê re dixebite.
  5. Ew li dijî hemû qanûn û pratîkên paşverû ye, çi ji hêla dewlet an civakê ve werin bicîh kirin, ku mafên jinan binpê dikin û wan bêalî dikin.
  6. Jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî di têkiliyên bi jinên ji beşên din ên Kurdistanê, jinên ji neteweyên cuda û saziyên navneteweyî de, erkê xwe dibînin ku li ser mijarên ku dengek yekgirtî hewce dikin, helwestek hevpar bigirin û biryarên hevbeş bidin.
  7. Ew erkê xebata ji bo yekîtiya jinan ji bo xurtkirina aştî û demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistanê digrin ser xwe.

Rêziknameya Navxweyî ya Platformê

“Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê - Jîna çarçoveyek e ku ji bo hevrêzkirin, hevkariyê û pêşxistina çalakiyên jinan li Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin. Ev rêzikname ji bo birêvebirina avahî, rêbazên xebatê, endametiyê û rêveberiyê hatine amadekirin.”

Bend 1: Pêkhate û Rêveberî

Platform xwedî desteyeke rêveberiyê ye ku ji nûnerên rêxistinên beşdar pêk tê. Endamên desteya rêveberiyê divê nûnerên sereke yên rêxistinên xwe bin. Platform bi awayekî dorveger tê birêvebirin û berpirsiyarî her du mehan carekê ji rêxistinekê bo rêxistineke din tê veguhestin.

Têbînî 1: Di demên çalakiyên zêde yên wekî 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê (rojên taybet ên jinan), divê hemû alî di bicihanîna berpirsyariyên xwe de hevkariyê bikin.

Têbînî 2: Di nebûna endamekî desteya rêveberiyê (nûnera yekem), erk û desthilat derbasî nûnera duyem a ku ji hêla wan ve hatiye destnîşankirin dibin.

Bend 2: Yekîneya Ragihandinê

  1. Yekîneya ragihandinê beşek çalak û bingehîn a platformê ye.
  2. Endamên lijneya rêveberiyê berpirsyarên hevrêzkirin û ragihandinê bi rêxistinên din re ne.
  3. Erka vê yekîneyê ew e ku bi rêxistinên li hundir û derveyî Kurdistanê û bi neteweyên din re ragihandinê saz bike.

Bend 3: Yekîneya Karûbarên Darayî

Yekîneyeke karûbarên darayî ji bo pêkanîna çalakiyên platformê tê damezrandin.

Her rêxistineke beşdar mehane 25 hezar dînar xerc dide. Divê hemû xerckirin bi belge û fatûreyan re ji desteya rêveberiyê re werin şandin.

Ger xerckirin ji budceya berdest zêdetir bin, mîqdara zêde dê bi awayekî wekhev di navbera pênc rêxistinan de were parvekirin.

Bend 4: Yekîneya Medya û Çapemeniyê

  1. Yekîneya medyayê ji kesên çalak û pispor pêk tê.
  2. Rêvebira medyayê ji hêla desteya rêveberiyê ve tê destnîşankirin û dema ku pêwîst be dikare bi rêxistina xwe bişêwire.
  3. Di qonaxa destpêkê de, çalakî bi rêya platformên wekî X, Instagram, Facebook, Telegram û hwd. têne kirin. Di qonaxên paşîn de, kovarek elektronîkî tê weşandin da ku çalakiyan berfireh bike.

Maddeya 5: Endamtî

  1. Her jineke Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe endama platformê.
  2. Pîvanên endamtiyê bi şêwirmendiya desteya rêveberiyê têne destnîşankirin.
  3. Her kesek ku dixwaze bibe endam divê polîtîkayên platformê qebûl bike.
  4. Divê her endam forma endametiya elektronîkî tije bike û li gorî qanûn û biryarên platformê tevbigere.

Bend 6: Civîn

  1. Di şert û mercên normal de, platform her du mehan carekê civînên fermî li dar dixe.
  2. Di rewşên awarte de, civînên taybet dikarin li gorî hewcedariyê werin organîzekirin.
  3. Raporek ji her civînê ji hêla aliyê berpirsiyarê wê heyamê ve tê amadekirin.