‘Divê kiryarên li dijî jinan bên dadgehkirin’

Rêvebera Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzû Temo bal kişand ser zext û qedexeyên li ser jinan ku ji aliyê HTŞ’ê ya cîhadîst ve li Sûriyeyê tê kirin û xwest ku kujerên jinan bên darizandin.

PELÎN NÛPELDA

Qamişlo – Piştî ku Rêjîma Baasê ket û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a cîhadîst bû rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, li welêt gelek tişt bi awayê neyînî guherîn. HTŞ bi hişmendiyeke netewperest û olperest di gelek aliyan de yasa, biryar û cezayên nû derdixe û li ser civakê û gel ferz dike. Bi taybetî li ser jinan tundî, zext û kuştin di rêjeya herî jor de ye. Bêyî ku îrade û mafên jinan nas bikin û esas bigrin, bi hişmendiya xwe ya tundirev û cîhadîst, derheqê jiyana jinan de biryar û yasayên nû derdixin û dikin meriyetê.  

Arzû Temo, di rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê têdikoşe de cîh digre. Arzû Temo têkildarî rewşa jinan li Sûriyeyê û tundiya ku bi awayek hovane li ser jinan tê meşandin ji ajansa me re axivî. Arzû Temo despêkê rewşa gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya beriya ketina Rejîma Baasê nirxand û wiha got: “Di nava 13 salên şer de yên ku herî zêde bibandor bûn, jin û zarok bûn. Jin rastî hemû tundiyan hatin. Pîştî ketina Rejîma Baasê û serdestbûna Heyet Tehrîr El Şam HTŞ’ê, hat dîtin ku tu ferqa wan û çeteyên DAIŞ’ê tuneye, bi hişmendiyek tundrev û Îslama radikal ketin nava gel. Gelê Sûriyeyê xeyal dikir ku rêjîma nû, ji ya berê baştir be û cudatir be. Lê belê dîtin ku xirabtir e.”

‘HTŞ despêkê jin kirin armanca xwe’

Arzu Temo da zanîn ku bi hatina HTŞ’ê ya ser desthilatê re despêkê jin kirine armanc û wiha pê de çû: “Bi hatina HTŞ’ê re destavêtina jinan zêde bû, ferq xistina navbera jin  û mêran bipêş ket. Xwestin ku di jiyanê de rengê jinê tune bikin. Di Sûriyeyê de hemû netewên wek Durzî, Elewî, Kurd, Suryan, Ezîdî, bi çanda xwe dijiyan. Lê bi hatina HTŞ’ê re ew ji holê hat rakirin û tên tunekirin. HTŞ di despêkê de êrîşî peravê kir, dest avêt Elewiyan û gelek jin hatin qetilkirin. HTŞ li Idlibê jî gelek jinan di sûkan de firotin.”

Yên ku dagirkeriyê kirin niha li Şamê ne’

Arzu Temo bi bîr xist ku Eyşe Dibis wek Berpirsa Karûbarên Jinan hatiye erkdarkirin û heviyên xwe wiha anîn ziman: “Rêxistinên sivîl yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ev 14 sal in ku jinan bi xwe rêxistin dikin û perwerde dikin. Jin ji bo karibin xwe biparêzin, perwerde dibînin. Hemû parêzgehên Sûriyeyê bûn Efganistana duyemîn û êdî rengê jinê di nava cil û bergên reş de ferz kirin. Hemû kesên ku di rêveberiya Şamê de cîh digrin, endemên rexistinên terorîst in û ji Tirkiyê derbasî nava hikûmeta Şamê bûne. Yên ku destê wan di nava xwîna şehîdên me de ne, niha rêvebertiya hikûmeta demkî dikin. Yên ku dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn, niha li Şamê ne.”

‘Bila kiryarên li dijî jinan bên dadgehkirin’

Arzu Temo piştî ku çavdêrî û nêrînên xwe yên derbarê rewşa nû ya jinên Sûriyeyê de anî ziman, bang li saziyên navneteweyî kir. Arzû Temo xwest ku dawî li vê ferasetê bê anîn û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Em bang li saziyên mafên mirovan û saziyên parastina jinan ên navnetewî dikin ku wan kiryaran bidin sekinandin. Bila pêşî li tundî û tune hesibandina li ser jinan, bigirin. Divê kiryarên ku di nava Sûriyeyê de li jinan tên kirin, bên dadgehkirin da ku edalet cîhê xwe bigre.”