Rojnamegerên jin ên Yemenê ji bo derbaskirina astengiyan têdikoşin
Li cîhaneke ku feraseta mêr serdest e, gefên siyasî û ewlehiyê didomin. Jinên Yemenê yên rojnamevan hedef dikin ku di saziyên medya û civakê de bigihîjin pozîsyonên pêşeng lê belê heta niha jî hebûna wan di van qadan de ne gengaz e.

FATÎMA RAŞAS
Yemen – Li Yemenê rojnamevanên jin rastî gelek astengiyan tên. Ev rewş dibe sedem ku piranî pozîsyonên miduriyeta karên nivîsan ji bo mêran be. Dema jin tên van erkan, di pozîsyonek sembolîk de dimînin an jî tenê di saziyên taybet de, di saziyên ku ne girêdayî hikumetê ne, vê firsendê bi dest dixin.
Rojnamevan Mana Emîn di saziyek taybet de di rojmameyek de firsenda midûriyeta karên nivîsan bi dest xistiye lê belê tevî ku hê di saziyeke medyayê ya dewletê de dixebite jî di saziyên dewletê de negihîştiye wê erkê. Di bazara taybet a rojnameya bi navê ‘Dengê Hêviyê’ û ‘Jin di Pêşketin û Aştiyê’ de xebitiye. Manal Emîn têkildarî ceribandinên xwe axivî û wiha got: “Saziyên dewletê yên medyayê ji bo jinên rojnamevan bi qasî pêwîst qadeke xuliqkar, nûbûn û pêşketinê ava nakin. Ev qad di asteke mezin de di bin hakimiyeta mêr de ye. Miduryeta karên nivîsê û rêveberiya giştî ya weşanê di destên mêran de ye. Ji bo jinan jî di van qadan de bi qasî tê xwestin bawerî û erk nadin.”
‘Di saziyên giştî de jin di rêveberiyê de cih nagirin’
Manal Emîn bal kişand ser cudahiya di navbera saziyên giştî û taybet de û wiha got: “Rojnamevanên jin ên ku di saziyên taybet de dixebitin, di van salên dawî de firsendên baş bi dest xistine. Bi zêdebûna platformên ku li ser înternetê weşanê dikin û navendên taybet ên medyayê, ji bo jinên rojnamevan derfet çêdibe ku bi azadî bixebitin. Lê belê bi bîr dixe ku saziyên taybet jî girêdayî partiyên diyar ên siyasî ne. Rojnamevanên ku di saziyên giştî de dixebitin, bi taybetî jin, bi qasî pêwist nayên perwerdekirin û di pozîsyonên rêveberiyê de cih nagirin. Li hemberî vê gelek jinên rojnamevan ku di saziyên taybet de di pozîsyonên edîtorî û rêveberiyê de cih digrin û li vê derê firsendên ku lê digerin bi dest dixin hene. Jinên rojnamevan ne tenê pîşeyî, di heman demê de rastî zoriyên ewlehî, aborî û civakî tên.”
‘Zoriyên fînansî yek ji pirsgirêkên mezin e ji bo jinên rojnamevan’
Manal Emîn da zanîn ku di salên dawî de li Yemenê bi xirabûna rewşa ewlehiyê re, jinên rojnamevan rastî xeteriyên cidî tên û got: “Li hinek wîlayetan jinên rojnamevan tên girtin, gef li wan tê xwarin û heta bi mirinê tên tehdîtkirin. Hinek jin, ji ber van gefan neçar dimînin dest ji rojnamevaniyê berdin, heta ku welat biterikînin. Zoriyên fînansî jî pirsgirêkek girîng e jinên rojnamevan rast tên. Paşxistina mûçeyan bi mehan, jinên rojnamevan ber bi wê yekê ve dibe ku di saziyên taybet de li kar bigerin. Ji ber medyaya dewletê mûçeyan nade, saziyên taybet bi awayekî rêk û pêk mûçe didin. Di heman demê de medyaya dewletê, pêwistiyên bingehîn ên pîşeyî pêk nayne. Astengiyên civakî yek ji yên herî mezin e ku jinên rojnamevan rast tên. Zihniyeta mêr a di civakê de, karkirina jinan bi taybetî di bazara medyayê de weke ‘şerm’ dibîne. Vê yekê jî berdewamkirina pîşeya rojnamevaniyê ji bo jinan zehmetir kiriye.”
Li gorî lêkolînek ji aliyê Navenda Medyaya Aborî ya Yemenê ve hatiye kirin, heta niha tenê jinek rojnamevan Nadera Abdulqudus, dikaribûye di rojnameyeke dewletê de bibe midura karên nivîsê. Lê belê di erka xwe ya di sala 2015’an de hatiye ser de, rastî kampanyayên reşkirinê hatiye û tenê salek jî erka xwe nekiriye. Li aliyê din di saziyên taybet de zêdeyî bi dehan jinên rojnamevan xwe gihandine miduriyeta karên nivîsê û bi derketina platformên medyayê yên nû re, ev hejmar her diçe zêdetir dibe.