‘Divê jin ji bo hemû mafên xwe têbikoşin’

Jinên Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê rewşa jinan û êrîşên bi armanca tundiya li ser jinan nirxandin û diyar kirin ku jin dikarin bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê  (RJAK) bi ragihandina kampanyaya 16 rojî ya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan, li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê bi riya semîner û çalakiyan der barê tundî û aqilê mêrsalarî yê li dijî jinan hişyariyê belav dikin.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Sara Reza wiha got: “Di kesayeta xwişkên Mîrabel de ez bejna xwe li hemberî hemû jinên ku ji bo azadiyê têbikoşin ditewînim. Di dîroka 25’ê Mijdarê de her sê xwişkên Mîrabel ji aliyê desthilatdaria wê dema ya Domînîk ve rastî destdirêjiyê tên û tên qetilkirin. Ev jî dibe sedema zêdebûna têkoşîna jinan li dijî neheqî û destdirêjiyê û heta ku ev roj bûye cîhanî û her sal divê demê de çalakiyên ji bo pêşîlêgirtina tundiyê tên encamdan.”

‘Jin rastî her cure tundiyê tên’

Sara Reza behsa rewşa jinên Rojhilata Navîn kir û wiha got: “Bi taybetî jinên Kurd zêdetir tundî li hemberî tê bikaranîn ji ber Rojhilata Navîn bûye navenda şer. Îro jin ji ber aqilê desthilatdarî û mêrsalariyê rastî zêdetir tundiyê tên, di heman demê de bi aqilê Îslama siyasî careke din jinan dixin nava malê, ji hemû mafan bêpar dihêlin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê kirinên di bin navê ‘azadiyê’ de ber bi astek metirsîdar ve diçin û di bin navê azadiyê de bazirganiyê li ser bedena jinan dikin. Di medyaya dîjîtal û ragihandinê de jin rastî her cure tundiyê tên.”

Jin pêşeng in’

Sara Reza behza zagonan kir û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: ‘Li cihekî zagon hebin li wê derê exlaq nîn e.’ Ji ber ku zagon ji aliyê mêr ve tên birêvebirin û di berjewendiyên mêran de ne. Di vê çarçoveyê de jî jin dikevin ber pêla tundiyê. Li Rojhilata Navîn nasnameya jinan ji holê rakirine. Rêber Ocalan deriyê vê dozê vekiriye û dest bi behskirina mafên jinan kir, niha jî jin li ser bingeha azadiya xwe de di kar û têkoşînê de pêşengiyê ji xebatên siyasî, aborî, civakî û dîplomasiyê re dikin."

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanc ew e ku jin û mêr vegerin ser jiyana civaka xwezayî ku yeksanî û hevsengî hebe. Divê jin dîrok, îrade û nasnameya xwe nas bikin. Ji ber wê dema ku jin îrade û nasnameya xwe nas bikin tu desthilatdiariyek û dijminek nikare rêgiriyê lê bike û li hemberî têkoşîna ji bo jiyana azad bibin asteng.”

‘Divê tundî neyê qebûlkirin’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê ya Ranyayê Sara Kerîm wiha behsa rewşa jinan kir û got: “Bêguman ev aqilê mêr bingeha sîstema sermayedar e. Ji ber wê heta ku ev berdewam bike, em ji vê rewşê rizgar nabin. Divê em jin li ser fikrên Rêber Apo hevsengiya zayendî bixebitin û em bi xwe vê rewşê derbas bikin, xwe ji vê rewşa ku jin tê de ne rizgar bikin. Ji ber wê daxwaza me ji bo hemû jinên cîhanê, bi taybetî jinên Kurd ew e ku tundiya li hemberî jinan tê pêkanîn qebûl nekin. Ji ber ku mafê me yê rewa heye û divê em jin li pey azadiya xwe bikevin û bikaribin mafên xwe hemû bi dest bixin.”