“Divê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel di zûtirin demê de were berdan”
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û banga berdana wê ya lezgîn kir.
Enqere - Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 405’emîn de îli pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a 60 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.
Gelek nexweşiyên wê hene
Sevîl Turgut a bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Muhlîse Karaguzel û wiha got:
Di stû û pişta Karaguzel de du fetq. Ev yek jî stû û pişta wê asê dike. Nexweşa şekirê ye û ji ber ku şekira wê bilind e, rojê çar caran derzî bot ê danîn. Her wiha ji ber şekira zêde, ziyan gihiştiye gurçikên wê û êşên giran dikêşe. Ji ber vê nexweşiyê hewceye xwarina wê cuda be lê girtîgeh van xwarinan nade. Lewma her ku diçe zeîf dibe. Her wiha tansiyona bilind bi wê re heye. Gelek caran anjiyo bûye û bijîşk dibêjin ku divê demildest emeliyat bibe. Lê ji ber îxtîmala korbûna çavan, naxwaze emeliyat bibe. Nexweşa bêhnkurtkê ye lewma nikare bêhnê baş bistîne û razê. Di heman demê de nexweşiya kolestrolê pê re heye.
“8 rojan destên wê bi nivînên wê ve hat kelemçekirin”
MuhlîseKaraguzel, di sala 2021’an de emeliyat bû. Di adara 2021’an de dema birin qawîşê, krîza dil derbas kir. Ji ewil birin nexweşxaneya li kampûsa girtîgehê. Ji ber ku rewşa wê giran bû û tansiyona wê bilind bû, rakirin nexweşxaneya Kayseriyê. Li wir anjiyo bû û du rojan di beşa lênihêrîna awarte de ma. Hemû rehên wê xitimî bûn û 3 roj piştre dîsa anjiyo bû. 8 rojan li nexweşxaneyê ma. Mixabin ku di van 8 rojan de destên wê bi nivînên wê ve hatibûn kelemçekirin.”
Sevîl Turgut banga divê Muhsîme Karaguzel di zûtirin demê de were berdan kir.