‘Divê em ji bo jinên xwedî pêwîstiyên taybet têkoşînê zêdetir bikin’

Seroka Komeleya Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet a Musawayê Hanan Al-Farsî destnîşan kir ku ji bo mafên jinên xwedî pêwîstiyên taybet hebe beşdarî her qadê jiyanê bibin divê têkoşîna tevgera jinan du qat zêdetir bikin.

HANAN HARÎTE

Mexrib- Li her cihê cîhanê kesên xwedî pêwîstiyên taybet rastî cihêkariyê tên. Ji bo wê pêkanîna şertên fizîkî û manewî yên kesên xwedî pêwîstiyên taybet gelek girîng e. Divê cihê lê dijîn, şertên xebatê di asteke ku jiyana xwe îdare bikin de be. Komeleya Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet a Musawa di sala 2022’an de hat avakirin. Komele ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet û bi taybetî mafên jinan û di civakê de hişyariyê ava bike, têdikoşe. Seroka Komeleya Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet a Musawayê Hanan Al-Farsî, diyar kir ku li Mexribê tevî hebûna zagonên parastinê, jinên xwedî pêwîstiyên taybetê du caran zoriyan dikşînin, ji ber cîhêkarî û dûrxistinê rastî zehmetiyên mezin tên.

Hanan Al-Farsî bal kişand ku qertek rewşa kesên xwedî pêwîstiyên taybet diyar bike nîn e û wiha got: “Tevî kêmaniya piştevaniyê, weke komele em ji bo zarok, jin, pîr û ciwanên xwedî pêwîstiyên taybet xebatan didin meşandin. Me alîkariya kursiyên bi teker ji bo hinek malbatan kir. Gelemperî jinên Mexribê yên xwedî pêwîstiyên taybet tevî di asta zagonî, civakî, aborî û çandî de hê rastî gelek astengiyan tên, mafên mirovan û daxwazên mevzuatê ji bo beşek wan a girîng beramber girtiye, di salên dawî de pêşketinek ku bi çav were dîtin û başbûn hatiye jiyîn, em înkar nakin.”

‘Jin tevî destkeftiyan jî rastî zehmetiyan tên’

Hanan Al-Farsî anî ziman ku ji bo jinên Mexribê di hemû qadan de mafên xwe bi dest bixin têdikoşin û wiha domand: “Jinên Mexribê bi taybetî di qadên daraz û dîplomasiyê de bi awayekî bi hêz hebûna xwe îsbat kirine. Li gel vê jinan di gelek qadên pîşeyê yên ku weke ‘karê mêr’ tên dîtin de serkeftin bi dest xistin. Jinên Mexribê tevî destkeftiyên bi dest xistine jî hê rastî gelek zehmetiyan tên. Bi taybetî di dozên welayetê de, mafên zarokan li ber çavan nayê girtin, ji derveyî erêkirina bav destûr nayê dayîn ku derkevin derveyî welat. Divê qanûneke malbatê ya mafên jin û zarokan bixe ewlehiyê, wekheviya zayendî pêk bîne, mafên jinên xwedî pêwîstiyên taybet esas bigre hebe.”

Banga têkoşînê

Hanan Al-Farsî bang kir ku divê rewşa tevgerên jinan ên li Mexribê çi dibe bila bibe, ji bo zêdetir jin bibin xwedî mafên xwe, têkoşînê du qat zêdetir bikin û wiha got: “Divê em nêrîna civakê ya li kesên xwedî pêwîstiyên taybet biguherînin. Divê em baweriya jinan û kesên xwedî pêwîstiyên taybet zêde bikin, beşdarî her qadên jiyanê bikin.”