“Divê ciwan li dijî her cure şerê taybet xwe biparêzin”

Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê di bin dirûşma “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li Navçeya Rimêlanê hat lidarxistin.

Qamişlo - Bi armanca xurtkirin û pêşxistina xweparastina ciwanan di her warî de di pêvajoya heyî de, bi organîzekirina Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê bi dirûşma “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li Navçeya Rimêlana girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna nêzî 350 ji delegeyên ciwanên Herêma Cizîrê, hat lidarxistin.

Der barê vê konferansê de Koordînasyona Yekitiya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwana Rîm Dad axivî.

Parastina ciwanan ji hemû hêlan ve pêwîst e

Rîm Dad behsa girîngiya parastina ciwanan ji hemû aliyan ve kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îro tevgera Ciwanên Şoreşger yekemîn konferansa xwe ya parastinê li dar dixe. Lidarxistina konferanseke bi rengî di vê pêvajoya ku em dijîn de ji bo me ciwanan pir girîng e, bêguman der barê xweparastinê de zanebûna ciwanan xurtir û geştir jî dibe. Konferans du rojan dê berdewam bike di bin dirûşma “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” tê lidarxistin. Armanca me ya sereke ew e ku çawa ciwan bikaribin nirx û çanda xwe biparêzin ji êrîş û dagirkeriyê, di heman wextî de awayê xweparastinê ji hemû aliyan ve, bi taybetî ji madeyên hişbir û gelek cureyên qirêj ên ku mirov dûrî kesayeta ciwanan tê bikaranîn ji hêla dewletên hegemonîk ve di dema niha de. Em dikarin bibêjin ku ciwan divê ji hemû cureyên şer xwe biparêzin û xwedî hêz bin.”

Hedefgirtina mejî û bedena ciwanan

Rîm Dad bal kişand ser hedefgirtina mejî û bedena ciwanan ji aliyê dewletên hegomonîk û awayê parastina wan û wiha pêde çû: “Bêguman di merheleya niha ya em dijîn, yên ku herî zêde tên hedefgirtin di asta yekemîn de mejî û bedena ciwanan e. Li ser vî esasî, yek ji mijarên ku bal li ser werin kişandin, parastina mejiyê ciwanan e.”

“Cihê ku jin lê hebin êrîşî wir dikin, rojane jin tên qetilkirin”

Rîm Dad wiha bi dawî kir: “Roja duyemîn jî dê nîqaşên li kar û xebatê werin kirin, di dawiyê de encamnameya konferansê ya du rojan dê were ragihandin. Helbet roleke jinan a girîng di nav tevgera ciwanan de heye, bi taybetî ku du nasnameyan hildigirin, yek nasnameya jinan ya duyemîn jî nasnameya ciwanan e. Lewre yên herî zêde tên hedefgirtin jî jinên ciwan in. Mixabin bûyerên qetilkirina jinan bi rengekî hovane li cîhanê zêde bûne bi taybetî di vê dema dawiyê de. Ev bûyerên bi vî rengî erk û berpirsyariya me zêdetir dikin ku em çawa bikaribin jinên ciwan zana bikin û wan di warê xweparastinê de ji hemû aliyan ve xurtir bikin.”

“Emê destkeftiyên şoreşê biparêzin”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nisrîn Hesen jî wiha got: "Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan divê bi rêxistinkirin û perwerdekirina xwe, destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û axa xwe biparêzin. Em ê xwe ya li dijî ramana baviksalarî bidomînin û bi armanca pêşxistina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê bigihînin hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."