Sozdar Avesta: Pêvajo nikare bi yekalî bimeşe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, diyar kir ku baweriya wan bi nirxê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye tam e û wiha got: “Em bi hêza Rêber Apo ya çareseriyê bawer in."

Navenda Nûçeyan –  Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di salvegera fesîxkirina PKK’ê de derbarê bûyerên sala borî de nirxandin kir. Sozdar Avesta diyar kir ku di vê heyama salekê ya piştî biryara fesîxkirinê de têkoşînek mezin hatiye dayîn û wekî Tevgera Azadiyê wan gavên pir dîrokî avêtine.

'Gelê Kurd li Rêber Apo guhdarî kir’

Sozdar Avesta tekez kir ku jin û ciwanan di her qadên têkoşînê de vê pêvajoyê hembêz kirine û wiha got: “Gelê me di destpêkê de bi guman nêzî pêvajoyê bû. Bi taybetî fesixkirina PKK'ê gumanên di nav gel de zêde kir. Fikar hebû ku PKK were fesîxkirin û tasfiyekirin. Lê gelê Kurd guh da Rêber Apo. Pratîka tevgerê ya 53 salî heye. Gelek şervan perwerde kiriye. Jinên ku pêşengiya vê têkoşînê kirine perwerde kiriye. Tevgera Apoyî careke din ev yek îspat kiriye; PKK ne tenê partiyeke siyasî ya berbiçav e. PKK ruhê têkoşînê ye, felsefeyek e, jiyana azad e. Ew partiyeke ku li ser perspektîfên Rêber Apo hatiye avakirin e. Di sala dawî de, ev tişt hîn baştir hatine fêmkirin û encamên wê jî eşkere bûne.”

‘Bê guman pêvajo bi yek alî nameşe’

Sozdar Avesta diyar kir ku baweriya wan bi nirxê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye tam e û wiha got: “Em bi hêza Rêber Apo ya çareseriyê bawer in. Bêguman ev pêvajo bi yek alî nabe, divê yê hemberî me jî gavan biavêje, da ku pêvajo bighîje encamê. Banga me ji her kesî re ew e ku, ev pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku mirov tenê weke temaşevan lê binhêrin. Ev pêvajo ji bo tevahiya pirsgirêkên civakan, gelan û herêmê pêvajoyeke çareseriyê ye. Ji ber vê jî hem banga me û hem jî bendewariyên me xwedîderketina li vê pêvajoyê ye. Her kes çi dikeve ser milê wan, divê pêk bîne. Ger herkes erkê dikeve ser milê wan pêkcbîne, da pêvajo bikaribe bi pêş bikeve. Wekî ku me di tevahiya daxuyaniya xwe de bal kişandin ser, pêvajo tenê bi statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo dikare bi pêş bikeve. Xwediyê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê demildest, rojek berî rojekê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ji bo Rêber Apo bikaribe bêhtir vê pêvajoyê bi lezgînî pêş ve bibe û bi encam bike.”

‘Ji bo ‘Mafê hêviyê’ divê têkoşîn li hemû qadan bidome’

Sozdar Avesta bi bîrxist ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve jinan têkoşînek mezin kirine û wiha domand: “Di vî warî de ez wê têkoşîna jinan jî bi vê munasebetê silav dikim. Bi taybetî di van hefteyên dawî de li Bakurê Kurdistanê meşek ber bi Gemlîkê ve hate kirin, ji bo balê bikişînin ser vê pêvajoyê ku êdî pêvajo hinekî hêdî bûye û tam nameşe. Ji bo wê em di wê baweriyê de ne hêza ku jin niha pêşengiyê jê re dike û asta têkoşîna jinê di vê pêvajoyê de wê hîn bêhtir bi rola pêşengiyê rabin. Di vê demê de bi taybetî wekî tevgera azadî, pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ku me berê destpê kir, niha dewam dike. Di meha Hezîranê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê mijara mafê hêviyê bê nîqaşkirin. Qewlê ku dane dewleta Tirk êdî bi dawî dibe. Lewma ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo bê mîsogerkirin divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê bê dewamkirin. Ne ku bê gotin, 'Pêvajoyeke heye, êdî pêwîstî bi vê nîne'. Azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye. Em bi hêvî ne. Hêza meya em vê pêvajoyê pêş de bibin heye. Em li bendê ne ku aliyên pêvajoyê bi berpirsyarî nêz bibin. Divê ji pêvajoyên beriya niha nîvco man encamê werbigirin û nehêlin ku aqûbeta vê pêvajoyê jî bibe weke pêvajoyên berê.

‘Tevgera Azadiyê bi biryar e’

Tevgera Apoyî tevgereke 50 salî ye. Sazî û dezgehên xwe ku di nava 50 salî de ava kiriye bêguman di vê pêvajoyê de hem li qada siyasî hem li qadên parastinê û hemû qadên din ev sazî wê kar û xebatên xwe didomînin. Ji ber wê çavê her kesî niha li Tevgera Apoyî ye. Û ev tevger jî çawa ku salek e ev karê xwe daye meşandin ji vir û pê ve jî wê vê têkoşînê bimeşîne. Tevgera Azadiyê bi biryar e, em tevgereke Apoyî ya rêxistinkirî ne. Ne rêxistina partiyek ji rêzê  ne. Em tevgerek ku bi zanebûn li hev kom bûn e. Têkoşîna me îdeolojîk û felsefi ye. Di aliyê çand û zimanî ve em têkoşînek rêxistinî didin meşandin. Em rêxistinek wiha ne. Ev nirxên azadiyê me li hev kom dike û me bi vî rengî dide avakirin. Weke KCK’ê di vê pêvajoyê de rol û mîsyona dikeve ser milê xwe heta ku ev pêvajo bigihêje encama xwe, wê ev têkoşîn dewam bike.”