Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li çiyayê Şengalê deng veda

Bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” gelê Şengalê li ser piyan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştgiriya xwe ya ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.

Şengal – Duh bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê meşeke girseyî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û her wiha bi dehan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jina Kurd Jîna Emînê hatin bilindkirin.

Meş ji benda kontrolê ya şehîd Gênco ya li Geliyê Kersê dest pê kir û heya bexçeyê Serokatiyê domiya.

“Divê jin bi dirûşma jin jiyan azadî ber bi şoreşan ve biçin”

Di meşê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel ji ajansa me re axivî. Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de kuştina Jîna Emînî şermezar kir û wiha pêde çû: “Kuştina jinan nabe tu car bê qebûlkirin lazim e her kes li hember vê yekê bi helwest be. Dibe ku îro li Îranê be lê wê sibê li vir be jî. Dewleta Îranê jî kuştina jinan wekî karekî xwe yê sereke dibîne, dewleteke bêrehm e, wijdanê wê tune ye. Îro jî lazim e hemû jin bi dirûma “Jin Jiyan Azadî” ber bi şoreşan ve biçin. Ev dirûşm temînata azadiyê ye.”

Piştî ku meş gihîşt ber bexçeyê Serokatiyê, daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliya endama yekitiya jinên ciwan a şengalê Xaliya Hisen ve hat xwendin.

“Ji bo şikandina îradeyê dijmin tecrîdê giran dike”

Di daxuyaniyê bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kişandin û wiha hat gotin: “Bi têkoşîna ku 50 salan bi pêşengiya Rêbertiyê derketiye holê û bi  bedelên pir giran hatiye meşandin, em jî wek ciwan di wê îdiayê de ne ku ev sala 50’emîn wê bibe sala azadiya fizîkî ya rêbertiyê. Wekî tê zanîn ev 24 sal in Rêber Apo di encama komploya navdewletî de dîl hatiye girtin. Em  tecrîda girankirî ya ku li Îmraliyê tê meşandin wek berdewamiya vê komployê dibînin. Jiyan li zindana Îmraliyê pir zehmet e lê Rêber Apo ji bo dijminê dagirker vala derxe şerekî pir mezin li Îmraliyê  dide meşandin. Ji ber ku dijmin nikare berxwedana Rêbertiyê bişkîne bi awayekî hovana êrîşê çiyayên me dike. Şagirtên Rêbertî jî li hemberî dijminê dagirker serkeftinên pir mezin didin raberkirin û armancên dijmin pûç dikin. Dijmin pir tengav bûye, bêçare maye lewma niha jî berê êrîşên xwe daye Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê.”

“Zîhniyeta li dijî jinan li her derê wan qetil dike”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di asta cîhanê de yên herî zêde azadiya jinan aniye ziman û hewl daye jin azad bibin Rêber Apo ye. Dijminên jinan jî vê yekê baş dizanin lewma herî zêde êrîşê jinan dikin, ev dijminatiya li dijî jinan di şexsê jina ciwan Jîna Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê hat jiyîn. Li vir ne tenê şexsê wê hat hedefgirtin em hemû jin hatin hedefgrtin. Fikra ku niha li Îranê li ser jinan tê ferzkirin heman fikr e ku di 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser jinên Êzidî hatibû ferzkirin û malbata Barzanî jî heya dawî destek da vî fikrî ku jin û gelê me yê Êzidî pê hat qetilkirin. Hemû kes şahid in ku Barzanî hevkariya êrîşên DAIŞ’ê kir.”

“Em deyndarên Rêber Apo ne”

Her wiha endama tevgera azadiya jinên êzidî TAJÊ’ê Caklîn Îsmaîl axivî û got: “Ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo em îro dimeşin. Heya ku Rêber Apo azad nebe em ê her dem têbikoşin. Ji ber ku me azadiyê bi saya Rêber Apo nas kir, em ji qirkirinê rizgar bûn, îro li Şengalê jiyan heye.”

Caklîn di axaftina xwe de bal kişand ser kuştina jina Kurd Jîna Emînê ya ji aliyê polîsên Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin û wiha got: “Em polîs û sîstema îranê şermezar dikin. Çawa dibe ku ji ber porê wê xuya dike bê kuştin! Ev bûyereke ne mirovî ye. Lazim e her kes vê neheqiyê qebûl neke û rabe piştgirî bide serhildana gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.”