Ji parlementoya Ewropa dirûşma 'jin, jiyan, azadî' bilind bû

Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmeya “Jin, jiyan azadî” pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe qût kir.

Navenda Nûçeyan – Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya  jinên Îranê pora xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe qût kir û çalakiya xwe bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî berzkirina dirûşmaya jinan a “Jin, jiyan, azadî”, bi dawî kir.

Abeer El-Sahlanî siyasetmedarek Swêdî ye ku bi eslê xwe Iraqî ye û ji Tîrmeha 2019’an vir ve endamê Parlamentoya Ewropî ye û nûnertiya Partiya Navendê dike.