Dilsoz Zangana: Ji gendelî û krîzê herî zêde jin zirarê dibînin

Çalakvan Dilsoz Zangana diyar kir ku ji ber qeyrana aborî û nebûna pergaleke dadwer her wiha gendeliya ku her di her warî de heye herî zêde jin û malbatên kêmdahat zirarê dibînin û rastî astengiyan tên.

DÊRÎN REHÎM

Silêmaniye – Çalakvan Dilsoz Zangana der barê rewşa aborî û bandorên wê yên li ser jinan de nirxandin kir û anî ziman ku bi taybetî jin bi berdewamî bi pêla hilweşîna aborî, derengketina mûçeyan û kêmkirina xizmetên bingehîn re rûbirû dimînin.

Çalakvan Dilsoz Zangana ji nûçegihana ajansa me re axivî û diyar kir ku jin yekser ji krîza aborî bi bandor dibin û wiha got: “Gendeliyê bandor li tevahiya civakê kiriye lê jin yekem kes in, ji gendeliyê bi bandor dibin ji ber ku piraniya berpirsiyariyan li ser milên wan in. Berpirsyariya xizmet û birêvebirina malbatê hemû li ser milên wan e. Ji ber vê yekê, jin gelek caran ji ber gendeliyê û êrîşên zayendî zoriyan dikşînin, gelek caran ji aliyê derûnî ve tevlihev û tengav dibin. Ev gendelî ji hêla civakê ve tê ferzkirin. Di civakê de sîstemeke bêserûber heye ku maf û dahatên jinan dabeş nake. Di civakê de wekhevî tune ye, nemaze dabeşkirina kedê ji bo jinan tune ye. Jinên karker dema dest bi kar dikin bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin.”

Dilsoz Zangana wiha berdewam kir: “Dema ku jin bi dahata bi keda xwe qezenc dikin dest bi kar dikin, bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin; ji bo jinan ne hêsan e ku karên xwe bi hêsanî bikin. Plan û sîstemeke zexm tune ye. Jin hewceyê xizmetan in.”

Dilsoz Zangana da zanîn ku nebûna pergala dadwer ku dahat û dewlemendiyê parve dike li vê herêmê dibe sedema gendelî, newekhevî û bêmafiyê û nebûna xizmetên bingehîn ên wekî av û cereyanê di civakê de dibin sedema pirsgirêkan di nava malbatan de.

‘Nebûna gihîştina xizmetan newekheviyê di navbera jin û mêran de diafirîne’

Dilsoz Zangana diyar kir ku nebûna gihîştina xizmetan newekheviyê di navbera jin û mêran de diafirîne û got: “Bi gelemperî mêr dikarin bigihîjin hemû xizmetan lê jin nikarin bigihîjin dahat, kar û hinek xizmetan. Gelek berpirsên jin hene ku dikarin hinek pirsgirêkên jinan çareser bikin lê mixabin, ew nikarin bi qasî jinan bixebitin. Ji ber vê yekê, jin nikarin bi tena serê xwe biryaran bidin û newekhevî heye. Dezgehên rêziknameyê bi xwe ne zelal in. Ji ber vê yekê, ev sazî nikarin pêşî li vê yekê bigrin ji ber ku ew bi xwe ne zelal in.”

Gendelî di warê xizmetê de bandorê li jin û malbatan dike

Dilsoz Zangana bal kişand ku gendelî di malbatên kêmdahat de bi awayekî zelal xuya dike û dibe sedema rêzek pirsgirêkan, wiha pê de çû: “Wek jin an malbat di berdêla kar an dahatê de rastî destdirêjiya cinsî tên, an jî di hinek malbatan de keçek ciwan bi zilamekî temenê wî mezin re te tê zewicandin. Em bi van rewşan re rûbirû dimînin dema ku ji bo debara civakê û malbatan planek tunebe. Em li deverên dûr dijîn. Dibe ku deverên dûr ji malbatek kêmdahat re pirsgirêkên mezintir bînin. Jin her gav ji malbatên xwe berpirsiyar bûne; ji mezinkirin û xwarina zarokên xwe bigre heya perwerdekirina wan. Jin stûnên malbatê ne ji ber ku ew li hemberî zarokan bêhtir behnfireh û dilovan in.”

Dilsoz Zangana diyar kir di navbera xizmetan û polîtîkayên hikûmetê de neheqiyek mezin heye gotinên xwe wiha domand: “Em gelek caran malbatên kêmdahat dibînin ku dahata wan tune ye. Di heman demê de hinek malbatên xwedî dahat jî hene. Ji bo jinên ciwan ên ku li malê diman an jî tenê bûn budçeyek hebû, mûçeyên wan hebûn lê rayedaran bi hinceta krîza darayî mûçeyên wan kêm kir.”

‘Malbat çiqas xurt bin civak ewqas bi hêz dibe û welat bi pêş dikeve’

Dilzos Zangana gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê hikûmet malbatên kêmdahat, cudahiyê bixe navbera zayenda wan di nava sîstema budçeya Iraqê de bifikire da ku ew bikaribin mûçeyên xwe bigrin. Divê malbatên kêmdahat di nava sîstema mûçeyên mehane de cih bigrin. Çareserî ew e ku hikûmet xwedî planeke berfireh be da ku rewşa civakê û malbatên kêmdahat çareser bike. Ji ber ku malbat çiqas xurt be, civak ewqas xurt dibe û welat ewqas pêşketîtir dibe.”