Dibistanên ku koçber lê bi cih bûbûn vedigerin qadên xwendinê

Berdevka Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Temirê Şêrîn Hiso got ku ew ji bo pergala perwerdeyê bi hêz bikin, dibistanên ku koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk lê bi cih bûbûn vedigerînin qadên xwendin û perwerdehiyê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Til Temir bi hezaran koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarên Til Temir û Zirganê ligel Efrînê hembêz kir. Êrîşa dagirkerên Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê pêk anî, bû sedema koçberiya bi hezaran kesan. Ji wan zêdetirî 3 hezar koçber niha li bajarê Til Temirê dibistan û gundên wê bi cih dibin.

Rêvebera Dibistanan a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava liv û tevgerê de ye, ji ajansa me re xebatên der barê vê yekê de dimeşînin, anî ziman. Berdevka Xweser a Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Şêrîn Hiso derbarê mijarê de ji me re axivî.

Şêrîn Hiso got ku dagirkeriya Tirk bûye sedema koçberiya gelê resen ê Waşokanî û wiha domand: "5 sal û 9 meh in koçberên Serêkaniyê û gundewarên Til Temir û Zirgan li Til Temirê dijîn. Sedema ku îro koçber di dibistanên ku divê şagirt lê perwerdeya xwe bibînin de bi cih dibin, ew e ku kêliya gel koçber bû kamp û gundên amadekirî tunebûn berê xwe bidin loma li dibistanan bi cih bîn. Lê bi derbasbûna meh û salan re êdî hebûna koçberan li dibistanan li şûna xwendekaran, zirarê dida pergala me ya perwerdeyê. Di wexteke ku diviyabû xwendekar sal bi sal perwerdeya xwe bibînin li kolanan dilîstin. Zarok jî nabe ku bê perwerde bimînin."

Ji koçber û xwendekaran re riyên çareseriyê

Şêrîn Hiso da zanîn ku ew hewl didin riyên çareseriyê ji pirsgirêka koçber û xwendekaran re bibînin, bal kişand ser xalên çareseriyê û got: "Ji bo ku ji wiha zêdetir şagirt bê perwerde nemînin, Rêveberiya Dibistanan bi rêveberiya Meclisa Bajar û Dîwana Edaletê re ketin nava pewindiyan ku cihên guncaw ji koçberan re bibînin da ku dibistanan vala bikin. Dibistanên ku niha em dixwazin wan ji koçberan vala bikin ên sereke ne li bajar û gundên nêzî wê û hem jî mezin in, têra hejmareke baş a xwendekaran dikin. Dibistanek hatiye valakirin, biryara valakirina 3 dibistanên din jî hatiye ku heta beriya destpêkirina sala xwendinê ya 2024-2025’an divê biryar were pêkanîn û werin valakirin."

Bi giştî dibistanên aktîf 83 ne, 73 seretayî, 9 navîn û 1 amadeyî ne. 6 dibistan di navbera şagirt û koçberan de hevpar in û 18 dibistanên din koçber lê bi cih dibin.

‘Ji bo pêşerojeke baştir divê şagirt perwerdeyê bibînin’

Şêrîn Hiso li ser sedemên valakirina dibistanan jî wiha axivî: "Êrîşên dewleta Tirk zirarê daye xwendekar û mamosteyan jî niha gelek mamoste di Navenda Îmzekirinê de cih digrin, ji bo ku ev mamoste careke din derbasî dibistanan bibin, me pêwîstiyeke mezin dît ku dibistanên koçber lê ne vala bikin. Sedema din jî ew e ku zarok li kolanan bimînin û perwerdeyeke diruset nebînin wê pêşeroja wan bi çend lîstokan re sînordar bimîne û ev ji bo welatê me xeter e. Ji lewre gelek girîng e ku şagirt ji bo pêşerojeke baştir, baş werin perwerdekirin û aqilê wan bi agahiyan dewlemend bikin. Sedema sêyem jî ew e ku rêxistinên mirovî yên alîkariyên mirovî li koçberan belav dikin, polîtîkayeke wiha nerm dimeşînin ku her meh girîngî didin belavkirina alîkariyên mirovî li ser koçberên di dibistanan de bi cih dibin. Ji bo ku pergala xwendin û perwerdeyê li vir qels bikin û koçber her bi dibistanan ve girêdayî bimînin."

‘Em ê êrişên dewleta Tirk ê zirerê dide xwendinê vala derxin'

Şêrîn Hiso bal kişand ser bihêzkirina pergala perwerdeyê li bajarê Til Temirê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em gazinên malbatên xwendekaran di ber çavan re derbas dikin, li ser vê yekê jî valakirina dibistanan wê berdewam bike, heta ku zarokek ji derveyî dibistanê nemîne û hemû zarok mafê xwe yê perwerdeyê bi dest bixin. Em ê xwendekarên xwe bê perwerde nehêlin. Her wiha bi riya meclisa bajar, wê koçber li gund û kampan werin bicihkirin. Di heman wextê de em ê êrîşên dewleta Tirk ku zirarê didin rêveçûna xwendina şagirdan, vala derbixin û pergala xwe ya perwerdeyê bihêztir bikin."