Rîhan Loqo: Doza azadiya jin di destpêka doza netewî de ye – HEVPEYVÎN

Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo têkildarî têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî tundiyê axivî û got: “Bi nasnamebûyîna jinê wê jiyanek komunal, wekhev û demokratîk were avakirin. Doza azadiya jin di destpêka doza netewî de ye.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ku 13 sal in pêşengiya şoreşê dikin, ji bo guhertina himeşndiyê di hemu qadan de bi rola xwe radibin. Salekê din jinan bi rêxistinbûna xwe, bi xebatên xwe di hemu qadan de li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîn dan.

Berdevka Rêxistina Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Navnetewî ya Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan bersiv da pirsên ajansa me.

*Sala 2025 wekî xalek werçerxê di têkoşîna jinan de tê destnîşan kirin. Hûn çima difikirin ku ev sal wekî "asta dîrokî" tê hesibandin? Armanc û pêşbîniyên stratejîk ên Kongra Star di vê qonaxê de çi ne?

Ji dîroka kevnar heta roja îro jinan têkoşîn û berxwedanek dîrokî dane meşandin. Berxwedanî li hember hişmendiya nijadperest, netewperest, zayendperest, baviksalarî û li hember hişmendiya qirker hatiye raber kirin. Bê navber jinan li hember hişmendiya qirker berxwedanek dîrokî kirin. Li tevahî şoreşên di cîhanê de hatine lidar xistin me rol û misyona jinan dît. Lê belê di xwendina dîrokê de me dîtiye ku piştî şoreş qediyan e bi çi ferasetê mêr nêzî jinan bûne. Ji ber wê ye em berxwedana jinan bi dîrokî bi nav dikin. Şoreşên jinan yên kevnar ku ji Rosa Luxemburg heta Sakîne Cansiz, têkoşîna ji bo azadî, wekhevî, jiyanek demokratîk, ji bo jiyanek jin bi nasname tê de jiyan bike, her diherike.

Rêber Abdullah Ocalan li ser vê serdemê vê dibêje: ‘Sedsala 21’an wê sedsala azadiyan jinan be.’ Sedsala ku wê bi dehan şoreşên jinan li ser asta cîhanê werin lidar xistin e, wê jin pêşengiya şoreşan bikin û civak azad bibin. Em vê pêvajoyê jî pêvajoyek dîrokî û ya hebûn û nebûnê bi nav dikin. Em ji dîrokê heta niha bûyerên ku jin rû bi rû yê wê ji êrîşên qirkirinê, tecawiz û revandina jinan di her êrîş û şerekî rû bi rû yê wê hatine, dibînin. Li her welatekî ev bûyer ji welatê din biêştire. Ev wê ne sedsalek ji rêzê be, sedsalek ku jin pêşengiya şoreşê dikin. Jinên Kurd li Kurdistanê dest bi şoreşê kirin. Bi pêşengiya jinên Kurd êdî jinên Ereb, Turkmen, Çerkes, Êzîdî û tevahî jinên baweriya wan bi doza azadiyê û azadiya jinê tê beşdarî şoreşê kirin. Niha jinên Elewî û Durzî jî di nav têkoşînê de ne, ev jî ji bandora jinên Kurd e. Bi pêşengiya jinên Kurd li Kurdistanê şoreşek jinan pêk hat, ev şoreş veguherî şoreşek zanistî, civakî, nasname û şoreşa xweparastinê. Şoreşa jinên Kurd pêşengiya şoreşek azadî û demokrasiyê kir.

Li hemberî sedsalên 16, 17, 18, 19, 20’an jî polîtîkayên li dijî jinan dihatin meşandin, îro di sedsala 21’an de li hember sedsalên ku jin tê de hatin windakirin, sedsalên ku xwestin nasnameya jinan qir bikin; sedsala xweparastina jinan bi pêşengiya jinan derdikeve pêş. Ji bo vê em dibêjin ji bo me jinan ev sedsalek dîrokî ye. Ji lewra em nikarin civakek azad û demokrat ava bikin madekî hîn tundiyek mezin li jinan, nasname, dîrok, erdîngarî, hebûn û ziman dibe. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan em bi awayekî pir cûda nirxandina wê dikin. Mîna em bi hev re li dijî tundiyê têkoşîn bikin, bi hev re civakek komunal, demokratîk û aştiyane ava bikin. Çima me salek cûda girtiye dest? Bi salên dirêj e jin têkoşînek mezin didin meşandin, lê belê heta ku civak bi giştî têkoşînê li hember tundiyê nede meşandin wê civakek azad, wekhev û demokrat neyê avakirin.

Ji daxwazên me yê sereke di sedsala 21’an û piştî têkoşînek dîrokî ku ev sal û sedsal wê ne yên normal bin. Bi tecrube û serkeftinên jinan yên di salên şoreşê de, em ê bikaribin Sûriyek demokratîk, nenavendî, pir çandî û pir reng ava bikin. Pir girîng e ku di Sûriyê de jin rolek pêşeng bilîzin û di avakirina Sûriyeya nû de bi rol û misyonek zanistî û xweparastin bin. Sala 2025 ne salek normal bû û em ê nehêlin wiha jî derbas bibe. Sala ku wê jin mafê xwe di destûrên ku li welatan tên guhertin de bistînin û bi nasname bijîn û werin parastin. Ev jî di demek ku li Kurdistanê guhertin û veguhertinên siyasî pêk tên de wê çêbibe.

*Raport nîşan didin ku 43 jinan di encama êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de hatine qetilkirin. Ev êrîş çawa bandorê li moral û rêxistina têkoşîna jinan dikin? Forma berxwedana herî bibandor a ku jinan li dijî vê yekê pêşxistine çi ye?

Em pêşengên doz û şoreşa Jin Jiyan Azadî Zehra, Zeyneb, Rîhan, Yusra, Gulê Selmo û Jiyan Tohildan, yên ji bo rastî û heqîqetê têkoşiyan bibîr tînin û soza pêkanîna xewn û xeyalên wan didin. Her ku têkoşîn bilind bû, asta zanista jin di cîhanê de belav bû û felsefeya Jin Jiyan Azadî veguherî felsefeya tevahî civakan ku baweriya xwe bi doza azadiya civak û wekheviyê anîn, êrîşên dagirkeriya Tirk zêdetir bûn. Bi êrîşên hewayî pêşengên şoreşê, siyasetmedar, fermandar, rewşenbîr û jinên bi bandor û xwedî şop hatin hedefgirtin. Di bingeh de êrîş qirkirina li ser jinan bû lê her jinekê mîras li pey xwe hişt ku bi dehan Rîhan, Yûsra û Jiyan çêbûn. Lê ji 43 jinan zêdetir bûn yên ku hatin qetilkirin.

Lê jinên di civakê de yên bi destê bav, bira û hevjînên xwe bê sedem hatin qetilkirin jî, hene. Xeyala her jinekê jî bi azadî û wekhevî jiyan kirin bû. Feraset û hişmendiya qirker a di serê civakê de hatiye çandin, wiha kiriye ku her xwe berpirsiyarê jinan bibînin. Rejîmên heyî ceza li mêr ên ku sûc li dijî jinan dikirin ferz nedikirin, ji lewra destdirêjiyên mêran li ser jinan bê ceza dihat hiştin. Bêcezatiya li mêran dibû hêz ku hîn bêtir mêr ji mafê xwe bibîne ku xwûşk, dayik, hevjîn û hevala xwe bikuje. Feraseta di nav civakê û ferasta dewletê heman feraseta ku ji hişmendiya nijadperest, dagirker û qirker hatiye girtin. Dewleta ku pêşengên şoreşê qetil dike, heman tişt bav û bira di malbatê de dimeşîne. Ev encamê polîtîkayên dewlet dida meşandin e. Kongra Star bê navber hewl dide hişmendiya mêrsalar bi perwerdekirina li ser mîrasê têkoşîna jinan û civakê bi têkoşînek zanistî, hiqûqî, zagonî û civakî rake.

*Azadiya aborî û civakî ya jinan parastina herî xurt a li dijî tundûtûjiyê ye. Kooperatîf û Jineolojî di vê xeta parastinê de, nemaze di dema şer de, çi rol dilîzin?

Jineolojî zanista jin û jiyanê ye û zanista civaka demokratîk e. Li hember tevahî hişmendiyên dixwazin nasname û hebûna jinan tune bikin, hemû pirsgirêkên di nav civakê û malbatê de analîz dike. Perspektîfan derdixe rêya çareseriyê diyar dike, rêya zanebûn û xilasiya ji hişmendiya pirsgirêkên civakê kûrtir dike, dide ber jin û civakê. Jineolojî bi awayekî sosyolojîk alternatîfan derdixe pêş civakê. Yek ji rêbazên azadiya jin Jineolojî û aboriya jin e. Di şoreşa jinan de têgînên hişmendiya netewperest a ku digotin jin nikarin qada zanist û aborî birêve bibin, hatin guhertin. Ji lewra jin îro pêşengtiya qada aborî ku yek ji qadên sereke ya jinan di nav dîrokê de bû, dikin. Nimûne bi dehan kooperatîfên ku jin birêve dibin hatine avakirin. Bi pergala kooperatîfan re jin fêrî ku çawa bi hev re bi hişmendiyek edalet û wekhev kar bikin, bûn. Alternatîfên bihêz ji civakan re derxistin jî. Qada Jineolojî û Aborî qadên xweparastina jinan yên ku pêre jiyanek komunal û zanistî ava dibin. Yek ji rêyên azadiya jin aboriya jin û zanista wê ye.

*Şert û mercên dijwar ên ku jin di koçberiya bi darê zorê û kampan de pê re rû bi rû dimînin çawa bandorê li têkoşînê dikin? Kongra Star çawa piştgiriya psîkolojîk û rêxistinî dide van jinan?

Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser bajarên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Şehba, Bab, Cerablus, Ezaz gelek bi bandor bû. Ev tundiyek herî mezin di asta yekem li ser zarokan, erdîngarî, ekolojî, civak û jinan tê meşandin. Di koçberiyê de herî zêde jin û zarok bandor dibin. Jin ji tendrustî heta psîkolojîk, civakî, hişmendî û sosyolojî di nav şert û mercên dijwar de derbas dibin. Jin ji malbat, mal, tax û gundê xwe derneketiye, di vir de jin rola girêdanbûna bi axê re dilîze û zarok û civakê fêrî wê dike. Ji lewra êrîş, pevçûn û şerê ku rû didin jî di asta yekem de jin bandor dike.

Rewşa kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cûdayî kampên welatê din e, ji ber ji hêla Rêveberiya Xweser, Kongra Star, rêxistin û tevgerên jinan ligel saziyên civaka sivîl hewl tê dayin ku sîstemek bihêz çêbikin. Armanc neçarî, qetilkirin, tundî, destdirêjî û hejartiyê koçberan bandor neke û koçberên kampan bêtir birêxistin bikin. Ji lewra dem dema pêkanîna tîfaqa 10’ê Adarê ye ku koçber veger in ser axên xwe. Çareserkirina doza vegera koçberan ji bajarên xwe yê dagirkirî re di serê nîqaşên ku bi Hikûmeta Veguhêz a Demkî re tê kirin e. Ji lewra vegera koçberan bingehê çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye.

*Gotina Abdullah Ocalan, "Jin divê li cihê ku lê winda kirine, lê bigerin," referansek sereke ye di dosyayê de. Hûn vê gotinê çawa di warê berxwedana jinan a îroyîn de şîrove dikin? Jin çawa "erdê xwe yê windabûyî" ji nû ve bi dest dixin?

Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek nû destpê kir. Me wekî rêxistina jin bi berfirehî çawa di pêvajoya heyî a Aştî û Civaka Demokratîk de rol bilîzin, nîqaş kir. Jinek bi îrade dikare civakek demokratîk çêbike û bibe jinek sosyalîst. Mêrek dest ji hişmendî, ziman û awirê tundiyê ber nede nabe mêrek sosyalîst.

Di dozên Rojhilata Navîn de heta niha doza azadiya jin wek dozek sereke ya çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhanê, pir kêm tê dîtin. Pi piranî welat gelek dozan datînin ser masê û nîqaş dikin, lê doza azadiya jin di Rojhilata Navîn û di cîhanê de wekî dozek sereke nayê dîtin. Ji lewra Rêber Apo girîngiyê dide ku jin azad nebe civaka azad nayê avakirin. Heta ku bi hev re li dijî qirkirin û dagirkeriyên heyî têkoşîn neyê meşandin civaka komunal nayê avakirin.

Rêber Apo û tevgera azadiya jin têgîna ku di tecrûbeyên şoreşên berê de çêbûn ku piştî şoreş diqediyan digotin ku wê jinê li kuderê deyînin, guhert. Ji lewra Rêbertî dibêje ku doza azadiya jin doza sereke ye di Kurdistanê de ye. Divê destpêkê doza azadiya jin were nîqaşkirin, pirsgirêka azadiya jin were çareserkirin û jin di vê sedsalê de bi nasname û îrade bijîn. Bi nasnamebûyîna jinê wê jiyanek komunal, wekhev û demokratîk were avakirin. Heta doza azadiya jin neyê çareserkirin wê doza azadiya netewî çênebe. Doza azadiya jin di destpêka doza netewî de ye. Bi vê formulê Rêber Apo ev kêşe ji nû ve bi nasname û zanista jin da destpêkirin.