"Di şerê Ukraynayê û Rûsyayê de nêzî hezar zarokan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn"

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ziyanên mirovî û madî yên şer gelek mezin û eşkere ne, bi taybetî ji bo Ukraynayê û gelê wê, encamên aborî ji bo tevahiya cîhanê xirab in.

Navenda Nûçeyan - Roja 24'ê Tebaxa 2022'an 31'emîn salvegera ragihandina serxwebûna Ukraynayê ji Yekitiya Sovyetê û Roja Serxwebûnê hevdem e ligel derbasbûna şeş mehên li ser şerê Rûsya û Ukraynayê.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civînek li dar xist da ku li ser parastin û aştiya Ukraynayê gotûbêj bike. Di civînê de ku hevdem e ligel derbasbûna şeş mehan ji destpêka şer. Di navbera 24'ê Sibatê û 23'ê Tebaxa 2022'an de, Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan li Ukraynayê 13 hezar û 560 sivîl di nav de 362 zarok jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 946 kes jî birîndar bûn tomar kir.

Seroka Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan li Ukraynayê Matilda Bogner wiha got: "Hejmarên rastî gelek zêdetir in û li pişt her yek ji van hejmaran kesekî jiyana xwe ji dest daye yan jî birîndar bûye heye. Her roj em bi mirovên ku ji şer bi bandor bûne re diaxivin û li ser binpêkirinên mafên mirovan û zagona mirovî ya navdewletî dibihîzin û belge dikin. Di nav de tawanên şer û sivîl rastî binçavkirinên kêfî û windakirinên bi zorê tên, mîsyonê 327 halet (279 mêr, 47 jin û kur) li herêmên di bin kontrola hêzên çekdar ên Rûsî û komên çekdar ên girêdayî wê de ji 24'ê Sibatê vir ve belge kir, 105 kes hatin berdan û 14 kuştî (13 mêr û jinek) hatin dîtin. Mîsyonê 39 girtinên kêfî (35 mêr û 4 jin) belge kirin. Em bangawaziya xwe ji her du aliyan re dubare dikin ku bi berdewamî baldar bin ji bo parastina sivîlan dema ku şer berdewam dike. Mîsyon dê berdewamî li ser belgekirina rastiyan ku ev yek beşeke bingehîn e ji bo rêgirtina li ber binpêkirinên din û berpirsiyariya wan ji binpêkirinên ku berê hatine kirin û encamên wê yên herî dawî dê bên pêşkêşkirin."