Di şerê bi Talîbanê re 2 jinan jiyana xwe ji dest dan

Eniya Berxwedana Neteweyî ya Afganîstanê ragihand ku li parêzgeha Baglanê di şerê bi Talîbanê re 2 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Jinên ku piştî desteserkirina Talîbanê li welat hatine paşguhkirin û her roja ku derbas dibe mafên wan ên jiyanê ji destê wan tên girtin, cihê xwe di nava refên berxwedanê de digirin.

Li gorî daxuyaniya Eniya Berxwedana Neteweyî ya Afganîstanê li ser malpera xwe ya fermi parkirî, di şerê bi Talîbanê re 2 endamên wan ên jin jiyana xwe ji dest dane. Di şer û pevçûnên li bajarên Taleh û Barfakê yên parêzgeha Baglanê de 2 jin ji aliyê Talîbanan ve hatin kuştin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 4 endamên Talîbanê jî hatine kuştin.

Jinên ku agahiyên nasnameya wan nehat zanîn, hat parvekirin ku piştî Talîbanê welat dagir kir çekên xwe rakirin û tevlî nava refên Eniya Berxwedana Neteweyî ya Afganîstanê bûne.