Di serdema yekem a xelata wêjeyê de jin kêm bûn

Xelata Wêjeyê ya KAL ku xwedî prestîj û baweriyeke bilind e, di serdema xwe ya yekem de ji bo jinan beşdariyek baş çênekir. Merasîma ku dihat payîn ji bo wêjeya jin û mêr qadeke wekhev ava bike, veguherî qada serdestiya mêr.

Sinê – Yekemîn serdema Xelata Wêjeya Serbixwe ya KAL’ê, di 16’ê Çileyê de li Sînemaya Bahman a bajarê Sinê bi rêvebiriya Beyan Ezîzî û Riza Elîpûr hat lidarxistin. Xelata Wêjeyê ya KAL bi beşdariya xurt a aktîvîstên wêjeya Kurdî, sînema û şanoya Kurdî, aktîvîstên jin, rojnamevan û beşdarên ji bajarên cuda yên Rojhilat û Başûr hat lidarxistin. Ev merasîm ne tenê ji bo belavkirina xelatan e. Her wiha hat ragihandin ku pirtûkên weke PDF digihîjin dîwanan, ew ê bi hevkariya hinek weşanxaneyan bên çapkirin û ev pirtûk dê bibin pirtûkên bi deng jî.

‘Bêyî piştgiriya madî û fermî em dikarin bi awayê serkeftî çalakiyên wêjeyî li dar bixin’

Helbestvan, lêkolînera mafên mirovan û sekretera rêveber a Xelata KAL’ê Beyan Ezîzî di axaftina xwe de wiha got: "Em weke bazara taybet, bêyî ku piştgiriyeke madî û fermî bigrin, dikarin bi awayekî serkeftî çalakiyên wêjeyî yên wiha bi hev re pêk bînin. Bijîşk, profesor û parêzeran gelek caran piştgiriya aborî pêşniyar kirin lê piştî şêwra bi heyeta dadgehê û hevkarên xwe re, me biryar da em di sala yekem de tevahiya berpirsyariya darayî bigrin ser xwe.” Ezîzî diyar kir ku di demê pêş de ew ê zêdetir girîngî bidin wêjeya jinan û wiha got: "Em ê çalakiya pêşiya me, ji bo nivîsên jinên ku sînor derbas kirine û ji bo di qada wêjeyê de aktîf bin gelek xweşiyên jiyanê feda kirine, diyarî bikin."

Di merasîmê de bal kişandin ser rola krîtîk a endamên jûriyê. Endamên jûriyê bêyî ku hêviyên aborî bikin, bi awayekî adilane û bi kedeke mezin xebat nirxandin. Ezîzî diyar kir ku ew pêvajoya hilbijartina berheman û dayîna xelatan di nava mijarên girîng de dihesibînin û wiha got: "Ne pêkan e ku em bikaribin hemû beşdaran kêfxweş bikin û mixabin hinek ji wan wê her dem ji encaman kêfxweş nebin. Lê baweriya xwe bi biryara jûriya me heye."

Ji başûrê Kurdistanê jî gelek berhem hatin pêşkêşkirin

Berhemên ku ji Kirmanşah, Îlam, Bokan, Mahabad, Pîranşahr û Serdeştê her wiha ji bajarên Başûr ên weke Silêmanî Hewlêr, Kerkûk, Helebçe û Çemçemalê hatine, di kategoriyên roman, helbest û çîrokê de hatin pêşkêşkirin. Ji ber ku hejmara beşdaran zêde bû, hejmara xelatan jî li gorî merasîmên din ên bi vî rengî, hat zêdekirin. Di kategoriya helbestan de ji jinan Golela Derudiyan, Neşmîl Berzencî û Semiye Celal xelat girtin. Di kategoriya helbestên Kirmanşah û Îlamê de Mehtap Reşîdiyan, Semiye Felah û Nesrîn Bavandpur xelat girtin. Di kategoriya helbestên Hawramî de jî Amîne Rahîmî (Juwan) xelat girt.

Jinan xelatên xwe girtin

Di koleksiyona çîrokan de jinên bi navê Mahpare Îbrahîmî, Çenur Saîdî, Leyla Nuranî û Niştiman Kadriyan xelatên xwe stendin. Di kategoriya romanê de di beşa Kelhurî de tenê kesek hat bijartin, lê di beşa Soranî de 7 kes hatin bijartin. Sara Sadiqzade di vê komê de derket pêş. Di kategoriya çîrokên Zazakî de 3 kesan xelat girtin.

Tevî hemû van aliyên xwe yên erênî jî, merasîm wek çalakiyek bi serdestiya mêr derket pêş. Di çalakiya ku ji bo wêjeya jinê bê teşwîqkirin hatiye lidarxistin de, çav li rê bû ku zêdetir piştgirî bidin jinan. Di merasîmên wiha de kêmbûna jinan ne tenê ji bo derdorên wêjeyê, ji bo aktîvîstên qadên din jî balkêş hat dîtin. Seroka çalakiyê jinek xwenda û di qada jinan de çalak bû, hejmara beşdaran baş bû, lê pêwîst bû ku her çiqas hejmara jin û mêran ne yek be jî jin xuya bikin. Di nav yên ku xelatê didin, jûrî û yên bi ser ketine de jin gelek kêm bûn.

‘Beşdariya jinên nivîskar helbestvan û çîrokbêj gelek girîng e’

Nivîskar û helbestvan Kolsum Osmanpur, diyar kir ku pêwîst e eleqeya li hember wêjevaniya jinan ji bo pêşerojê neyê paşvexistin. Kolsum da zanîn ku berovajî vê yekê pêwîst e çalakiyên bi vî rengî bibin derfetek ji bo jin hebûna xwe nîşan bidin. Kalsum anî ziman ku nivîskar, helbestvan û çîrokbêjên jin layîqî cihgirtin û xelatgirtina di çalakiyên bi vî rengî de ne.

Her çiqas soz dabin ku ew ê di bernameyên pêş de wêjeya jinan derkeve pêş jî pêwîst bû di vê serdema yekem de jin zêdetir xuya bikin. Bi vî awayî ew ê ji bo wan motîvasyon û derfetek pêk bihata û tevlşibûna wan bihata misogerkirin.