Du koçberî du rawestgehên berxwedanê

Jinên Efrînî yên ku careke din bi êrişên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wî neçar man ji Şehbayê koç bikin û berê xwe dan herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê pêyamê didin mirovahiyê: “Vê zilmê bibînin.”

Navenda Nûçeyan – Jinên Efrînî bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di sala 2018’an de neçarî koçberiyê man û li Şehbayê bi cih bûn. Jinan ruxmê rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê, nebûna pêdiviyên jiyanî û sotemeniyê û ruxmê êrişên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wî ku mîna tolhildana têkçûna DAIŞ’ê êrişan pêk anîn, 7 salan di koçberiyê de li ber xwe dan. Jinên ku careke din bi êrişên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wî neçar man ji Şehbayê koç bikin û berê xwe dan herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê pêyamê didin mirovahiyê: “Vê zilmê bibînin.” Ev sê hevokên ku ji devê jinên koçber ên Efrînê derdikeve bi qasî ku bang li mirovahiya xwedî wijdan dike, ewqas jî di nava 7 salan de bi erkên xwe nerabûna wê pênase dike.

Di şoreşa jinan de Efrîn: Keleha berxwedanê ya jinan

Efrîn li Bakur û rojhilatê rojavayê Kurdistanê cih digre û ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Herêm navendeke ku çanda Kurd û piştevaniya civakî bi awayekî bihêz lê tê jiyîn e. Bajarê Efrînê ku bi pêşengiya jinan di hemu serdeman de ruxmê ku bi netewperestiyê hewldana qirkirina çandî re rûbirû maye jî nasnameya xwe parastiye. Jin weke parçeyek girîng a ji vê berxwedanê û pêşenga têkoşînê vê çandê parastine û gihandine roja me. Bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê ya sala 2011’an ve gel bi hemu hêza xwe di hemû qadan de xwe birêxistin kir. Bi pêldayîna Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an jin li Efrînê saziyên xwe ava kirin û rêxistinbûna xwe berfirehtir kirin. Êzidiyên ku di serdemên beriya şoreşê de di nav hewldanên parastina çanda xwe de bûn û rastî zextên rejîmê dihatin jî di şoreşê de hebûna xwe nîşan dan.

Li dijî DAIŞ’ê yekem tabûra jinan

Jinên di pêvajoya Şoreşa Jinan de bûn xwedî destkeftiyan û ji siyasetê heya qada civakî di her warê de xwe birêxistin kirin, di warê artêşbûnê de jî yekem tabûrên xwe yên xweser ava kirin. Di 23’ê Sibata 2013’an de di bin banê YPG’ê de yekem Tabûra Jinan hat avakirin. Yekem Tabûra Jinan beriya bi awayekî fermî xwe îlan bike YPJ (4’ê Nîsana 2013) li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Rûken xwe îlan kir.

Jinên Kurd ên di bin sîwana YPJ’ê de xwe birêxistin kirin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi dijminahiya jinan tên nasîn şer kirin, berdel dan. Bi vê awayê Efrînê ji komên çete yên bi piştevaniya dewleta Tirk hatin xwedîkirin û hewl didan komkujiyan pêk bînin, parastin.

Jinan bi mezinbûn û belavbûna şoreşê bi pergala hevserokatiyê û gelek destkeftiyan dest bi avakirina pergala xwe kirin. Ji ber şerên li herêmê koçberiyên ku çêbûn piranî Ereb bûn. Efrîn û gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo gelên din deriyên xwe vekirin û wan tevli rêxistinbûna xwe kirin. Efrîn cihekî demokratîk bû. Baweriyên cuda û gelan Efrînê dewlemend kirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûn mînaka jiyana bi hev re. Di Rojhilhata Navîn de bi aştî û rêxistinbûna xwe ya bihêz bû bajarê ku di vê serdemê de bi paradîgmaya neteweya demokratîk sekna herî bi îrade nîşan da.

Dagirkerî û komkujî

Têkoşîna jinan bi qasî ku ji mirovahiya pêşverû re bû cihê hêvî û piştgiriya xwe ji bo wê anîn ziman, ji hin hêzên ku heya dawiyê pêşengiyê ji feraseta qirêj a mêr dewletê re dikin re jî bû cihê tirsê. Yê ku serkêşiya vê kir dewleta Tirk bû. Piştî ku DAIŞ li heremên Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi qedandinê ve çû, rûyê rast ê DAIŞ’ê xwe nîşan da. Di 20’ê Çileya 2018’an de bi çeteyên DAIŞ’ê yên unîformaya leşkerên Tirk li xwe kirine û hinek komên din ên çete dest bi êrişa li ser Efrînê kir. Li gorî amarên ku derbasî rapora bûne ji 20’ê Çileyê heya 2’yê Sibatê 127 kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û 168 kes hatin birîndarkirin. Di rojên pêştir ên êrişên dagirkeriyê de komkujiyên li ser gel zêdetir bûn. Tenê di encama êrişa li ser konvoyeke li Cindirêsê de zêdetirî 300 kes hatin qetilkirin. Tê texmînkirin ku zêdetirî 500 kes di êrişên dagirkeriyê de hatine qetilkirin. Li dijî van êrişan berxwedana gel û hêzên YPJ-YPG’ê yên navê xwe li dîrokê nivîsandin hat raberkirin. Vê berxwedanê li dijî teknîka Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê; rastiya hêzên parastinê û gelê berxwedêr a bi hêza îmanê li ber xwe dan derxist holê.

Guhertina demografya talan û qirkirin

Piştî dagirkirina Efrînê hewldana dewleta Tirk a guhertina demografiya herêmê zêdetir bû. Nifûsa Kurd a li herêmê neçarî koçberiyê hat hiştin û li şûna wê çeteyên dewleta Tirk hatin bicihkirin. Her wiha li hemberî gelê ku li Efrînê ma bi hezaran bûyerên binpêkirinê, qetilkirin, revandin derbasî raporan bûn. Li gorî amarên ku li ser medyayê teyisîne zêdetirî ji sedî 50’yê şêniyên resen ên herêmê bi darê zorê hatine koçberkirin li çûna malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatine bicihkirin.

Li gorî raporên Şopandina Mafên Mirovan li gel ku malên welatiyan hatine talankirin, di çarçoveya qirkirina çandî de zimanê Tirkî li ser gel hat ferzkirin, navê tax, dibistan û kolanan bi Tirkî hatine guhertin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê ku di 30’ê Adara 2021’ê de parve kiriye di 4 salên dagirkirina Efrînê de; 8 hezar û 63 kes hatine revandin. 84 jin hatine qetilkirin û 6 ji wan ber bi întiharê ve çûne, 70 jin jî rûbirûyê tecawizê mane. Bi giştî zêdetirî 655 kes hatine qetilkirin, ji wan 498 bi bombebaranên dewleta Tirk û çeteyên wî, 90 jê jî bi îşkenceyê hatine qetilkirin. 303 jê zarok û 2013 jê jin bi giştî di êrişan de hatine birîndarkirin. Zêdetirî 333 hezar û 900 darên zêytûnê û darên li daristanan hatine qutkirin, 12 hezar dar hatine şewitandin.

Her wiha li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ku di Gulanê 2024’an de weşandiye, ji sala 2018’an heta niha 463 kes hatine qetilkirin, 10 hezar û 332 kes hatine revandin û 142 kes jî rastî destdirêjiya zayendî hatine. Li gorî rapora rêxistinê ya ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandiye di navbera 1’ê Çile û Tebaxa 2024’an de; 28 jê jin û 8 jê zarok 260 kes hatin revandin; 8 jê jin 2 jê întîxar 26 kes hatin qetilkirin; 5 kes birîndar bûn; Jinek û 2 zarok jî di nav de 5 kes rastî îşkenceyê hatin.

Koçberî û berxwedana jinan a li Şehbayê

Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi sed hezaran şêniyên Efrînê koçî Şehbayê bûn. Li Şehbayê jinan bi têkoşîna xwe, bi biryardariya xwe jiyanê ji nû ve ava kirin. Ger mirov bibêje bi destên xwe axê kolan û dev ji têkoşînê bernedan dê cihê xwe bigre. Jinan di 7 salên koçberiyê yên li Şehbayê de dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernedan û bi xeyalên vegera Efrînekê azad xwe bihêztir birêxistin kirin. Li aliyekî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên rojane li ser Şehbayê domiyan, li aliyekî din jî bi rêgiriya hikûmeta Şamê re rû bi rû man. Ji ber tunebûna sotemeniyê, ji aliyê rejîma Şamê ve nehiştin derman û pêdiviyên bingehên derbasî herêmê bibin. Barê herî mezin li ser milên jinan bû lê jinan ruxmê vê jî dev ji têkoşînê bernedan.

Koçberiya duyemîn, bi biryardariya têkoşînê

Di 26’ê Mijdarê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk êrişî bajarê Helebê kirin. Bi hemxwetî êrişan dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî piştî çend rojan êrişî Til Rifet, Şehba û gundewarên Helebê kirin. Gelê ku ji ber êrişên dewleta Tirk ji Efrînê koçî Şehbayê kiribû, bi vê êrişê re carek din neçar man berê xwe bidin herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jinên ku êşên xwe yê 7 salan li koçberiyê jiyane vedibêjin, bêyî duduliyê bijîn biryardariya xwe ya têkoşînê tînin ziman.

Jinên ku ji ber êrişên çeteyan ji cih û warên xwe dibin, dikevin riyan û xwe dispêrin herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jinên ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn û bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Şehbayî koçberiya duyemîn jiyan û gihîştin Tebqayê, bang li raya giştî ya navneteweyî dikin û dibêjin “Dengê me bibhîzin.”

Rûken Mihemed Hebeş, jineke ji Efrînê ye. Di sala 2018’an de koçber bûye û hatiye Şehbayê. Rûken dipirse “Ev dewleta Tirk çi ji me dixwaze?” û dibêje “Her roj topbaran dike. Kurdên me li her derê hene.” Rûken bang li hemû Kurdan dike ku li hemberî vê yekê rabin.

‘Dîsa me berê xwe da koçberiyê’

Emîne Elî tîne ziman ku ew jî ji Efrînê hatine Şehbayê û dibêje sedema vê yekê, dagirkerî ye. Emîne diyar dike ku mala wê ya li wir xirab kirine û wiha dibêje “7 sal bû em li Şehbayê bûn. Di 7 salan de me hinek xwe komî ser hev kir. Dîsa me berê xwe da koçberiyê. Di roja êrişan de çete ketin mala me, lingê lawê min birîndar kirin.” Emîne jî pirsa “Me çi kiriye?” ji raya giştî ya cîhanê dike û dibêje “Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe, em bi şervanên xwe re ne.”

‘Bes e ji wan re!’

Jineke din jî gazinan dike û dibêje “Em li mala xwe bûn, çeteyên Erdogan hatin êrişî me kirin. Me mala xwe terikand.” Jina ciwan anî ziman ku cîranên wan û nasên wan li Efrînê di bin zilma çeteyan de ne. Jina Kurd li hemberî bêdengiya cîhanê gazinên xwe bi van gotinan tîne ziman: “Ev kesên bi navê demokrasiyê bang dikin, rewşa me nabînin. Rêveberiya Xweser me anî vê derê ji bo parastina me. Siheta wan xweş be. Em vê dagirkeriyê li ser xwe qebûl nakin. Bes e ji wan re! Çi ji me dixwazin? Eyb e, heram e. Ez bang li her kesê dikim. Vê rastiyê, vê zilmê bibînin. Bi xêra Rêveberiya Xweser em gihîştin vê derê. Li vê derê em parastî ne.”

Jinek din a koçber bûye jî dibêje: “Me neçarî koçberiyê dikin û hewl didin me ji koka me dûr bixin. Ew dibêjin qey bi dagirkirina axa me dê fikir û ruhê me dagir bikin lê bila dewleta Tirk, çeteyên wê û hemû cîhan bila bizanibe ku koka me ya em li ser şîn bûne me diparêze. Tu carî fikir û ruhê me nehat dagirkirin û her cihê em biçin em ê bi berxwedana xwe biçin.”