Bi duh û îroyê xwe di 3’yemîn şerê parvekirina emperyalîst de jin – 3
Ger ku em serdestî, kedxwarî, bindestkirin û zexta li ser jinê tê meşandin wek koka desthilatiyên bi her awayî binirxînin, wê demê lêgerînek kûr a azadiyê, divê jiholêrakirina hemû awayên desthilatî, kedxwarî û serdestiyê ji xwe re bike hedef.
ZÎLAN KOÇGÎRÎ
Desthilatiyên netew dewleta kapîtalîst, di sedsala 20’an de du şerên mezin bicîh kirin. Di parvekirina dewlemendiyên dinyayê de tu car negihîştin miradê xwe. Di dawiya 2. Şerê Dinyayê de bombeyên atomê avêtin Hîroşîma û Nagazakiyê, bi vî awayî dengeya şer şikest û encama wê diyar bû. Ev çavnebariya ku ji bo serketinê ne tenê tunekirina mirovan, tunekirina hemû zindiyan ji nedîtî ve hat, bi dawîbûna duyemîn şerê parvekirina emperyalîst tune nebû. Dengeyên nû yên xwe spartine xwînrijiyê û hemû awayên tundî û zorê, xwe dispartin siyaseta nû ya mêtîngehkirinê. Hilweşîna vê siyasetê pir najot. Gelên ku li dora daxwaza rizgariya netewî kom bûn, nerazîbûnên xwe veguherandin berxwedanên çekdarî. Serxwebûna netewî, dihat wateya serbixwetiya ji emperyalîzmê. Şoreşên rizgariya netewî ku yek bi yek bipêş diketin, dengeyên parvekirina emperyalîst serobino dikirin. Berxwedana gelan û jinan a li hember dagirkeriyê, pergala ku bi duyemîn şerê parvekirina emperyalîst saz bûye, têk bir. Hebûna Sovyetan, xwedî bandorek wisa bû ku van berxwedanan di eniyek de kom dikir û li hember emperyalîzmê eniyek gelan ava dikir.
Di dinya du cemserî de şoreş û dagirkerî
Dirêjkirina temenê hevsengiya hêza emperyalîst a ji destpêkê ve li ber hilweşandinê bû, girêdayî berdewamiya şerên herêmî, tundî û dagirkeriyê bû. Ev jî, girêdayî şerê lokal ê bi neteweperestî-olperestî-zayendperestî dihat gurkirin bû. Bidawîbûna serdema di navbera kampa NATO’yê û Yekîtiya Sovyetên Sosyalîst de ku wek şerê sar dihat binavkirin, nîşaneya gavên yekem ên şerek nû yê parvekirinê bû jî. Bi pênaseyên wekî ji dinyaya du cemserî derbasî împaratoriya dinya du cemserî bûyîn, dawiya bîrdoziyan, dawiya dîrokê, hewl dan ku ser rastiyan bigirin. Lê dîsa jî şer, piştî duyemîn şerê dinyayê diket qonaxek nû. Em dikarin qerektera 3. Şerê Dinyayê, wek şewqa tevahiya krizên avayî ya pergalê ya di sedsala 20’an de, binirxînin. Em dikarin bêjin ku îro dîsa ji vî şerê ku em tam di ortê de ne yên ku herî zêde zirarê dibînin dîsa jinin, gelên bindest in, xweza ye. Îro li Filîstînê, li Sûriyê, li Ukraynayê berdêla herî giran ji aliyê gelan ve tê dayîn. Tiştê ku qedera vî şerî diyar bike jî, dîsa ewê berxwedan û yekgirtin û piştevaniya gelan be. Kevneşopiya berxwedana jinan a ji şoreşên li ser bingeha netewî bipêş ketine bigre heta têkoşîna femînîst, heta nerazîbûna li hember şerên mêtîngeriyê û dagirkeriyan, hatiye asteke ku êdî bi biryardariya şoreşa jinê, bûye aliyek ku diyar dike.
Di nîvê duyemîn ê sedsala 20’an de rewş çawa bû?
Ji bo nirxandina 3. Şerê Dinyayê, pêwîst e destpêkê em li nîvê duyemîn e sedsala 20’an binhêrin. Wek dûajoyên 2. Şerê Dinyayê dagirkerî, divê em li têkoşînên rizgariyê û rewşa jinan a di nav vana de û berxwedana wan binhêrin. Em bi kurtasî li ser vana bisekinin, divê em ji Vîetnamê destpêkin. Ji ber ku şerê sereke yê ku li hember berfirehbûna emperyalîst têkoşîn, piştevaniya navnetewî û sûcên herî giran ên li hember jinan pêk hatine, ev şer e.
Vîetnam
Tê diyarkirin ku leşkerên Amerîkayê di navbera salên 1965-1970’yan de di dagirkeriya li Vîetnamê de destdirêjî li hezaran jinan kiriye. Tenê li Gundê My Layiyê 450 zarok û jinên Vîetnamî rastî destdirêjiyê hatine û hatin kuştin. Di heman serdemê de di dema şerê Bakûr-Başûrê Vîetnamê de hejmara jinên ku rastî destdirêjiyê hatine, herî kêm wek 30 hezar hatiye tomarkirin. WILPF û WSP ya ku di sala 1961’an de hatiye avakirin, yek ji du komeleyên jinan ku li Amerîkayê di dema dagirkeriya li Vîetnamê de tevgerek girîng a aştiyê dimeşand bû. Rêxistinên jinan serî li gelek rêyan dan; çalakiyên girseyî lidar xistin, îmze kom kirin, afîş çap kirin, konferansek birêxistin kirin, zextê dan ser Kongreyê, piştgirî dan namzetên ku aştiyê dixwazin û Redkarên Wîcdanî. Jinên ku endamên WILPF’ê bûn, çalakiyên girseyî lidar xistin. WSP’ê jî di heman demê de di sala 1965’an de bi NLF’ya ji Vîetnama Başûr û delegeyên komûnîst ên jin ku ji Vîetnama Bakûr tevlî bûn re, civînek çêkir. Di encama civînê de li hember destwerdana leşkerî ya Amerîkayê ya li Vîetnamê, belavokek hevpar îmze kirin. Jinên WSP’yî di pêvajoya şer de li hember leşkerkirina ciwanan nerazîbûn nîşan dan û mafên Redkarên Wîcdanî parastin. Sal derbas bûn, lê rêçên şer neçûn. Derbarê sûcên şer ên li Vîetnamê de, darizandinek bibandor nehat kirin.
Bangladeş
Di sala 1970'yî de di navbera Pakistan-Bangladeşê de şer hebû. Têdiyarkirin ku di vî şerî de nêzî 200 hezar jinên Bangladeşî rastî destdirêjiya leşkerên Pakistanê hatine, derdora 25 hezarî de jinên rastî destdirêjiyê hatine, ducanî bûne.
Bosna/Kosova
Di şerê di navbera Boşnak û Sirpan de herî kêm 100 hezar kes mirin. Yên ku di vî şerî de herî zêde şerpeze bûn, dîsa jin bûn. Di sala 1992’yan de Bosna Hersekê aşkera kir ku ji Yugoslavyayê vediqete. Li ser vê biryarê, di navbera Sirpan, Xirvatan û mislimanên Bosnayî de pevçûn destpê kirin. Pevçûn bi tevahî 3 sal berdewam kirin. Di van sê salan de 50 hezar jinên misliman ên Bosnayî, li ‘kampên destdirêjiyê’ yên artêşa Sirp de, bi armanca paqijiya etnîkî rastî destdirêjiyê hatin û êşkenceyên giran li wan hatine kirin. Di rapora sala 2010’an a Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî de ev tabloya xeternak wiha hat nîşandan: “Tu kesî tu car nekarî diyar bike ku li Bosna Hersekê çend jin rastî destdirêjiyê hatine yan jî çend zarok di encama destdirêjiyê de hatine dinê. Texmînên têkildarî bûyerên destdirêjiyê, dibêjin ev hejmar bi dehhezaran e.”
Di encama destdirêjiyan de bi sedan zarok çêbûn. Piştî 28 salan dîsa yên ku herî zêde şerpeze bûne, jinin. Di dadgehên navnetewî de di darizandinên ku salên dirêj berdewam kirin de, yên ku hatin guhdarîkirin bi piranî jin bûn, yên ku rûniştinên dozê dişopandin jî dîsa jin bûn. Li Dadgeha Sûcdarên Şer a li Laheyê Serokê Partiya Sirph Radovan Karadzic, fermandarên artêşa Sirp Ratko Mladiç, Vujadin Popoviç, Serfermandarê Giştî Ljubisa Beara ji ber komkujiya li Srebrenitsayê hatin darizandin û cezakirin... Jinan ji bo parvekirina tiştên ku lê rast hatine û ji bo hesab bipirsin, Dadgehên Jinan jî ava kirin. Jinên ku ji bo lihevkirina komên etnîkî ji herkesî zêdetir dixibitin, ji van şer û pevçûnên navxweyî jî zirara herî mezin dibînin.
Enfal
Seddamê ku bi desteka desthilatan dîktatoriya xwe ya netew-dewleta yekparêz xurt kir, li Başûrê Kurdistanê xwest qirkirinê pêk bîne. Yek ji pêkanînên herî hovane yên li hemberî Kurdan jî, di navbera salên 1986-1988’an de çêbû. Li Iraqê bi fermana Seddam Huseyîn, di Komkujiya Helebçeyê de 7000 Kurd bi çekên kîmyewi di carek de hatin qetilkirin. Bi vê komkujiyê re, di encama Tevgera Qirkirina Enfalê de nêzî 182 hezar Kurd hatin kuştin. Di Tevgera Qirkirina Enfalê de aliyek ku hê jî bi awayekî cidî nehatiye nîqaşkirin jî, sûcên dermirovane yên li hember jinan e. Aqûbeta bi sedan malbatên ku di Enfalê de ji malbatên xwe hatine qetandin, hê jî nayê zanîn. Peyva ‘Enfal’ jî di Erebî de tê wateya ‘xenîmetê’ û derdikeve holê ku di vê tevgera qirkirinê de jinên Kurd bi rastî jî wek xenîmet hatine nirxandin. Çend roj beriya niha li nêzî herêma Tel Şeyh a Iraqê gorek komî hat dîtin. Di vê gorê de hestiyên bi sedan jin û zarokan hatin dîtin. Tê zanîn ku bi hezaran jinên di Enfalê de hatine qetilkirin, li çolên Iraqê di gorên komî de hatine binaxkirin. Di ser Enfalê re 40 sal derbas bû, lê hê jî Rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê ji bo aşkerakirina tiştên qewimîne, tu xebatek nemeşandiye.
Somalî
Di navbera salên 1991-92’yan de li Somaliyê şer qewimî. Di vî şerî de bi hezaran kes mirin, nêzî 300 hezarî de Somaliyî jî, ji ber şer û xizaniyê terka welatê xwe dan. Di raporên navnetewî de hat diyarkirin ku li kampên penaberan ên li Kenyayê de bi sedan jinên Somaliyî, rastî destdirêjiya leşkerên li kampê peywirdarin hatine. Li gor hinek raporan, di nav yên ku rastî destdirêjiyê hatine de keçikên 4 salî jî hebûne.
Rûanda
Di şerê navxweyî yê ku di navbera salên 1994-1995’an de li Rûandayê qewimî de, derdora 800 hezarî de mirov mirin. Di vî şerê ku Fransa û Belçîkayê rolek mezin lîstin de, di navbera 250.000 û 500.000 de jinên Tutsî, rastî destdirêjiya Hutuyan hatin. Piştî destdirêjiyan bi tevahî 5 hezar zarok hatin dinê. Birînên Rûandayê dîsa ji aliyê jinan ve hatin dermankirin. Rûanda bi destê jinan hat avakirin. 80 endamên Meclîsê hene, 54 ji wan jinin. Piştî komkujiyê gelek yasayên têkildarî wekheviya zayendî di Meclîsê de hatin erêkirin. Dadgeha Ceza ya Navnetewî ya Rûandayê, di encama têkoşîna jinan de, destdirêjiyê wek sûcê li hemberî mirovahiyê pejirand.
Afganistan
Li Afganistana ku di sala 1979’an de ji aliyê Sovyetan û di sala 2001'an de jî ji aliyê Amerîkayê ve hat dagirkirin jî, dîmenek bi heman awayî derket holê. Li gor raporên navnetewî hêzên dagirker li cîhên ku dagir kirine destdirêjî li sedan jinan kirin, jinan di fîlmên porno de dan lîstin û jinên Afgan li welatên din firotin bazirganên jinan. Jinan li hember dagirkeriyê û tundiya olparêz a bavsalar, di sala 1977’an de Rêxistina Jina Şoreşger a Afgan (RAWA) ava kir. RAWA û gelek rêxistinên jinan, hê jî wek nûnera parastina cewherî ya li welêt, berxwedana xwe didomîne. Amerîkayê bi soza ‘emê azadiyê bînin’ Afganîstanê dagir kir û piştre di sala 2021’an de radestî Talîbana cîhadîst kir. Piştre jin radestî pencikên paşverûtiya olperest hatin kirin. Jinên Afgan êdî nikarin herin dibistanê, bi tena serê xwe derkevin derve jî. Mafên wan ên herî bingehîn ji wah hatine girtin. Rewşa jinên Afgan her ku diçe dijwartir dibe. Afganistan bûye qada parvekirinên dewletên emperyalîst. Li Afganistanê berxwedana jinan ku xwedî kevneşopiyek pir kevn e. Dikare bandora xwe li jinên ne tenê li Afganistanê, li herêmê jî bike.
Îraq
Tê diyarkirin ku di sala 2003’yan de Îraq ji aliyê Amerîkayê ve hat dagirkirin, li welêt ji 100 hezarî zêdetir sivîl mirine. Ji sedî 44’ê kesên di êrîşan de mirine, jin in. Tê diyarkirin ku bi hezaran jinan jî hevjînên xwe jidest dane. Jin bi ‘terora zayendî’ ya her ku diçe zêdetir dibe re rû bi rû ne. Hemara jinên li Îraqê bûne jinebî, yên hatine revandin û kuştin, yên ku ketine destê bazirganên jinan, nayê zanîn. Lê berxwedanek jinê ya li welêt her diçe bilind dibe jî heye. Di xwepêşandanên li Îraqê li dijî rejîmê hatin kirin de jinan pêşengî kir. Jinan herî zêde di qada civakî de wekheviyê xwest. Her wiha ji bo sinetkirina jinan bê qedexekirin, keçikên hê zarok in neyên zewicandin, jin bikaribin bixebitin, ewlehiya jinên di kampan de dimînin û gelek mijarên din, xebat meşandin. Li Îraqa ku ji bo jinan yek ji ‘welatên herî xeter’ e, ji bo jinan şer tu car bidawî nebûye. Jin di bin siya yasayên bavsalar û tundiyê de têdikoşin.
Şengal
Avabûna bi navê DAİŞ ku feraseta bavsalariyê rasterast pêk tîne û bi destê dewletên emperyalîst hat xwedîkirin, di Hezîrana sala 2014’an de Misûlê dagir kir. Piştre jî, Şengala ku Kurdên Êzdî yên yek ji baweriyên pîroz ên Mezopotamyayê ne tê de dijîn, dagir kir. Piştî ku hêzên herêmî reviyan, di 3’yê Tebaxa 2014’an de li gundên Şengalê mêr hatin gulebarankirin. Jin û keçik jî hatin dîlgirtin. Li gor daneyên Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Hatine Desteserkirin, 7000 jin û keçik ji aliyê DAİŞ’ê ve hatin revandin. Aqûbeta gelek ji van jinan hê nayê zanîn.
Destpêkê, gerîlayên YJA Star û HPG’ê ji bo rizgarkirina jinên Êzdî hatin Şengalê. Bi deh hezaran jinên ku ji destê cîhadhezan reviyan, li Çiyayê Şengalê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatin parastin. Jinên Êzidî ku bi hatina gerîlayên YJA Star’ê re birêxistin bûn, parastina xwe ya cehwerî ava kirin. Di sala 2015’an de Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin û jinên Êzidî parastina xwe ya çekdarî pêk anîn. Jinên Êzidî, bi berxwedana xwe Şengalê ji destê DAİŞ’iyan rizgar kirin. Gelek jinên ku ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine dîlkirin, ji aliyê YJŞ’ê ve hatin rizgarkirin.
Ukrayna
Şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, bi xetên enerjiyê û nakokiyên di navbera parvekirina emperyalîst de, di sala 2014’an de wek êrîşek ku hêzên herêmî piştgiriyê didin, destpê kir. Lê piştî sala 2021’an gur bû. Neteweyên Yekbûyî di rapora ku çendekî berê weşand de, destnîşan kir ku li Ukraynayê şer û dûrketina girseyî ya ji warên xwe ku encama şer e, rîska tundiya nav malbatî, bazirganiya mirovan û mêtîngehiyê bi awayekî girîng zêde kiriye. Li Ukraynayê 7,9 milyon kes ji warên xwe bûne û ji sedî 90'ê wan jin in. Ev jî tê wateya ku hejmarek mezin a jinan a bê rêje, dahata xwe ji dest dane û lewma jî di nav xizaniyê de dijîn. Di çapemeniyê de agahiyên wekî ‘çend jinên artêşa Ukraynayê gava ku dîl hatine girtin, rastî destdirêjiya leşkerên Rûs hatine’ cîh girtibûn.
Sûriye
Li gor gelek otorîteyan îro, 3. Şerê Dinyayê diqewime. Dewletên bavsalar ên hegemon, piştî sed salan ji bo parvekirina Rojhilata Navîn dest bi vî şerî kirin û tê diyarkirin ku şerê navxweyî yê li Sûriye wek destpêka vî şerî tê nîşandan. Di vî şerî de di heman demê de bi şerên wekaletê, wek cîhê ku hêzên paramîlîter daxistin meydanê, pîvanên şer û pevçûnan guherî. Artêşa Azad a Sûriyê ya ku ji roja destpêka şer de ji aliyê hêzên hegemon ve hatiye ‘perwerdekirin û xemilandin’ û daxistine qadê, niha jî navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyê’ lê kirine, di nav de nêzî 30 komên çeteyan hene. Ev komên çete li her qadeke ku ketinê, hewl dan di ser bedena jinê re dagir bikin.
Sûcên ku hem dewleta Sûriyê hem jî ev kom li hember jinan pêk tînin, bi hejmarên dijwar tên bilêvkirin. Li welatê ku şer hê berdewam e, mirov pir nikare îstatîstika sûcên li hemberî jinan amade bike. Di 15’ê Adara 2011’an de pevçûnên li bajarê Dera yê başûrê welat destpê kir, li hemû welat belav bû. Sûcên şer ên rejîma Sûriyê û çeteyên paramîlîter her roj zêdetir dibin. Neteweyên Yekbûyî di sala 2018’an de raporek weşand û got ku; di şerê navxweyî yê li welat berdewam dike de bi hezaran jin û keçik rastî destdirêjiyê hatine. Malaçavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Îngîltereyê ye, da zanîn ku heta Adara sala 2018’an 106 hezar jê sîvîl, 353 hezar û 900 kes mirine. 56 hezar û 900 kesên ku wenda bûne û tê texmînkirin ku mirine jî, ne di nav vê hejmarê de ne. Sazî texmîn dike ku mirina 100 hezar kesan nekarî bê tomarkirin. Tê diyarkirin ku ji sedî 40’ê kesên hatine kuştin, jin û zarok in. Ji sedema şer herî kêm 6,1 milyon Sûriyeyî di nav welat de ji malên xwe bûn, 5,6 milyon kes jî reviyan çûn derveyê welat. Nîvê jinên ku bûne penaber, jinên Sûriyeyî ne. Tê zanîn ku li welatên wek Tirkiye, Lubnan û Urdunê jinên ku koçberî van deran bûne, rastî ferzkirina fihûşê tên û bi pere tên firotan û dibin hevjînê biyaniyan.
Rola YPJ’ê û serkeftina xeta sêyemîn
Rojavayê Kurdistanê, di şerê navxweyî yê Sûriyê de, di navbera hêzên derveyî û rejîma Sûriyê ya antî demokratîk de neçar nema, xeta sêyemîn bijart. Gelê Rojavayê Kurdistanê rêya sêyemîn a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ya li ser paradîgmaya ‘Xweseriya Demokratîk’ û ‘Netewa Demokratîk’ de erê kir û di sala 2012’an de Şoreşa Rojava pêk anî. Gelê ku bi kantonên hatin ragihandin xwe birêve bir, rejîma Sûriyê gav bi gav ji bajaran derxist. Parastina xwe ya cewherî û rêberiya xwe ya cewherî ava kir. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya ku hêza cewherî ya ji aliyê jinan ve hatiye avakirin e, di 4’ê Nîsana 2013’an de sazbûna xwe aşkera kir. DAİŞ’a ku bi şerê navxweyî yê Sûriyê daxistin qadê, di Cotmeha sala 2014’an de êrîşî Kobanê ya ku yek ji kantonên Rojava ye, kir. YPJ’ê wek hêza parastina cewherî ya rêxistinkirî, di parastina Kobanê de cîhê xwe girt. Gava Kobanê ji dagirkeran hat rizgarkirin, ala yekem hat daleqandin, ala YPJ’ê bû. YPJ’a ku bi hezaran jinan wek hêza parastina cewherî di bin baneya xwe de hewand, li Minbic, Tabqa û Reqayê û Derazorê li hember DAİŞ’ê şer kir û di rizgarkirina van bajaran de roleke çalak lîst. Îro tê zanîn ku jin û civakên bê parastina cewherî, her tim dibin qurbanên belavkariya emperyalîst. Lewma jî YPJ ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve wek modêl tê dîtin.
Şerê Helebê û encamên wê yên dibe ku derkevin holê
Di 27’ê Mijdarê de komên çete yên girêdayî HTŞ’ê û Artêşa Muhafiz a Sûriyê ku berdewama El Kaîde û El Nusrayê ne, beşdarî şerê Helebê bûn. Piştî vî şerî di 8’ê Kanûnê de Şamê bidest xistin. SMO’ya ku dewleta Tirk destek dide jî berê vê dagirkeriyê da herêmên Kurdan û berê xwe dan koçberên li Til Rifat û Şehbayê. Sûcên li hember jinan, kûr bûn. Şerê navxweyî yê Sûriyê piştî hilweşîna rejîma Esad, ket qonaxek nû. Desthilatiyên ku çeteyên cîhadhez bi destên xwe xwedî kirin û daxistin qadê, hewl dan ku wan makyaj bikin û rewa nîşan bidin. Nexwe tê zanîn ku ev çete li hember jinan nêzikatiyek çawa nîşan didin û rola jinê bi nav malê re sînordar dikin. Li Sûriyê di serî de Elewî, Durzî, Kurd û Xirîstiyan, fikarên jinan her roj kûrtir dibin.
Ji Meclîsa Jinan a Sûriyê bangewazî
Meclîsa Jinan a Sûriyê çend roj beriya niha deklarasyonek weşand û wiha got: “Hilweşîna rejîa Esad, pêşketinek erênî bû. Lê belê li Îdlibê, Efrîn, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî bûyerên wek revandina jinan, kuştina wan, desteserkirina maf û azadiyên wan ên bingehîn, bidawî nebûn. Li van deran û niha jî li Minbicê komên çekdar ên ku Tirkiye destek dide wan, van sûcan didomînin û dagirkeriya xwe berdewam dikin. Di van rojên ku em hilweşîna rejîma BAAS’ê pîroz dikin de, bûyerên tundiyê yên li hember jinan û di serî de li hember Xirîstiyan, Elewî, Durzî, li hemû herêmên başûr û peravê yên Sûriyê li hember kesên ji çand û baweriyên cuda, zêde bûne. Komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Mîna ku li Til Rifatê çêbû, serên jinan tên jêkirin. Lewma jî, ji bo ku pêşî li van bûyeran bê girtin, tirs û xeterên ku gelê me rû bi rû maye bidawî bibin, em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyê dikin ku ji bo pêkhatina van gavan bixebitin.”
Şerê faşîzm û demokrasiyê
Karaktera bingehîn a şerên parvekirina emperyalîst, li ser parvekirina çavkaniyên enerjiyê, rê û dewlemendiyên ku mîrateya hevpar a mirovahiyê ne û di destê hêzên bavsalar ên hegemon de ye. Pêwîst e em li vir li kodên şerê parvekirina emperyalîst a sêyemîn bigerin. Yên ku şeran derdixin diyar in, lê pêwîst e ku yên li hember van şeran serî rakin jî, refên xwe baş analîz bikin. Rojhilata Navîn a ku şerê parvekirinê herî zêde bi kûrahî lê tê jiyîn e, di heman demê de dikare bibe çareseriyek ji bo netewa jinan a ku wê mêtîngehiya kûr dijî. Ji ber ku di dîrokê de yekem car têkoşîna jinê ya li dijî pergala bavsalarî, wek serhildana mêtîngerî ya herî jêr a Rojhilata Navîn, wek dînamîka bingehîn a guhertinê dilîze. Li hember êrîşên modernîteya kapîtalîst ên li ser jinan, civakan û hemû nirxan bê sînor berdewam dike, Kurdistan û erdnîgariya Rojhilata Navîn careke din bi pêşengiya jinê şerê hebûnê dimeşîne. Pirsgirêka esas, nêzikatiya hegemonîk a ku modernîteya kapîtalîst li hember dîrok, civak û erdnîgariya Rojhilata Navîn bipêş xistî ye. Jinên ku li hember vê yekê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk liberxwe didin û têkoşîna gelên ku ji aliyê gelê Kurd ve ketine nav liv û tevgeran, planên hêzên pergalê têk dibin. Serdemên krîzê yên hatine avakirin, pêvajoyên wisa ne ku bi pêngavên hem şoreşgerî û dij-şoreşgerî, hem demokratîk-azadîxwaz û derbeyên totalîter-faşîst di nav hev de dikare biqewime. Rejîmên faşîzan ên ku halê herî sazîbûyî û rafînebûyî yê desthilatiya mêr in, bi taybetî jî li cihên ku têkoşîna bi pêşengiya jinê ya demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê lê xurt in (wek Tirkiye, Belarus, Brezîlya, Filîpîn, Arjantîn, Macaristan) zêde bûbinn, di vê hêlê de nabe rasthatinek.
Serhildana mêtîngera di herî kûrahiyê de
Em di yek ji serdemên hindik ên ku şansê avakirina guhertinên bingehîn zêde ye de, dijîn. Hêzên modernîteya demokratîk ên bi pêşengiya tevgerên azadiya jinan an jî hegemonyaya bavsalar dê ji vê têkoşînê bi hêz derkevin? Tiştê ku ewê vêya diyar bike, wate û hêza aliyan a di vê avabûnê de ye. Hêzên ku dijberên pergalê ne yanê tevgerên demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê dixwazin, di vê navbera kaosê ya ku em tê de ne de, bi pêngavên biçûk lê destpêkirinek bibandor, dikarin avabûnên ku di nav demên kin de pêşeroja dirêj diyar bikin, derxin holê. Her wiha, ji navbera kaosê dikarin veguherînek şoreşî ya ji bo azadiya jinan baş e, peyda bikin. Di vê hêlê de jina ku yekem mêtînger e û ya dawî ye jî, kêliya herî krîtîk a dîrokê dijî.
Şoreşa jinê an qirkirina jinê?
Gava ku em li berxwedanên jinan ên ji Rojava heta Arjantînê, ji Îspanya heta Hîndistanê, ji Amerîka heta Sûdanê û li gelek cîhên din hatine mezinkirin dinhêrin, em hîs dikin ku bi rastî jî serdema me, dema jinê ye. Lê belê hilperînên ku hem di aliyê wesfînî hem jî hejmarî de li tevahiya dinyayê di têkoşîna jinê de çêbûye, tenê aliyek madalyonê ye. Li aliyê din ê madalyonê jî, şerê êrîşa sîstematîk a ku em dikarin bêjin hegemonyaya patrîarkal e, tê meşandin. Sîstema serdest a di nav krîzê de ye, hem hewl dide ku bi awayê herî zirav hem jî metodên hişk şoreşa jinan bifetisîne û bi vî awayî hebûna xwe misoger bike. Em li her derê dinyayê rastî gelek mînakên vêya tên.
Wek encam;
Krîza avakirî ya ku pergal ber bi 3. Şerê Dinyayê ve diçe di nav de ye, herî zêde li Rojhilata Navîn bêçareserbûnê kûr dike. Avabûna dîrokî û civakî ya Rojhilata Navîn di vê krîzê de di asta yekem de rola xwe dilîze, di berdewamkirina rewşa bi krîz a li herêmê de, armancên bîrdozî û têkiliyên berjewendiyê jî bi bandor in. 3. Şerê Dinyayê îro li Sûriyê bûye girêkek. Hilweşandina rejîma Esad û pêşveçûnên li dû wê, nîşan didin ku li vir rêveçûna şer ji nû ve tê tekûzkirin. Hêzên emperyalîst û hêzên herêmî ketine etiriya girtina qezenca herî zêde ya ji şer. Jinên ku herî zêde ji şer zirar dîtine jî, bi prensîbên şoreşa jinê, têkoşîna herî stratejîk a aştiyê dimeşînin. Tiştê ku pêdiviya me pê heye, tam parazvaniyek mîlîtanî ya aştiyê û belavkirina şoreşa jinê ya li hemû cîhanê û pêkanîna wê ye.
Ders girtina ji paşerojê
Şoreşa jinê, di dîroka şoreşan de ketiye asteke nû. Ji têkçûn an jî belavbûna şoreşên gel ên mohra xwe li sedsala 19’an xistine an jî şoreşên sosyalîst ên ku mohra xwe li sedsala 20’an xistine zêdetir, em dikarin behsa bidawîbûna qonaxek şoreşê bikin. Ev dê rasttir be. Meseleya rastîn a li vir; pêşketinên ku van şoreşan peyda kirine bên dîtin û li ser bingeha çareserkirina aliyên wan ên lawaz û derbaskirina qonaxeke nû, bên bidestxistin. Asteke azadiyê ya pêşketîtir, ancax bi şoreşa jinê dikare bê peydakirin. Ji ber ku rastiya jinê di heman demê de rastiya azadiyê ye. Çareserkirina vê rastiyê, ewê gelek pêşketinên di hemû qadên jiyanê de, bi xwe re bike nav hewldanek. Ger ku em di sedsala 21. de di şoreşê de qala qonaxeke nû bikin, divê şoreşa jinê ne tenê bi awayek hişk wek ‘şoreşa zayendan’ bê nirxandin, divê wek şoreşek civakî ya herî pêşketî bê nirxandin. Ji bo ku serdemek nû were bidestxistin, nêzikatî û ferasetek wiha, esas e. Şoreşa jinê bi vî aliyê xwe şoreşa herî esîl, herî kevn û herî berfireh e.
Hedefa rastîn derbkirina şoreşa jinê ye?
3’yemîn Şerê Dinyayê di esasê de ji bo ku derbê li şoreşa jinê ya ku di sedsala 21. de bipêş ketiye bixe, hêzên ku piştigiriya taybet didin wê bifetisîne bipêş dikeve. Pêşketinên di dema dawî de çêdibin nîşan didin ku pergala modernîteya kapîtalîst, pergalek ku avabûna ehlaqî û polîtîka a civakê ji holê radike, her wiha bi wehşeta ku bi destê avabûnên çetehez hatiye pêşxistin, tola xwe ji jinan û civakê distîne. Deshilatiya mêr a serdest, netewperestiyê bi zayendhezî û olperestiyê zindî dihêle, bi metoda tundiya faşîst-mîlîtarîst zextê dide ser, bi zayandparêziya ku hatiye zindîkirin pîroz dike û hemû nirxên civakî, ji wateya xwe tên dûrxistin. Bi şerê wekaletê yê ku hêzên pergalê hem rasterast tevlî bûye hem jî bi rêya rêxistinên çeteyan dimeşîne, bi feraseta tundiya ku tu qaîde nas nake, ji bo her derê dinyayê mêrantiyek dermirovane yê ji hemû nirxên xwe hatiye safîkirin, dişîne.
Şerên hîbrît û civakên ji bo talanê tên amadekirin
Êdî di şûna şerên di navbera artêşên hatine amadekirin û bi hêz in de, hêzên paramîlîter ên bi tundiyê hatine teçhîzatkirin û tu nirxek nas nakin, di ser şerên teknîkî de, li hember jinan û gelan şerekî taybet ê qirêj dimeşînin. Di serî de li Kurdistanê, her wiha li Lîbya Tûnis, Sûriye, Îraq, Afganistan, Xeza, Lubnan û şerê Ukrayna û Karabaxê de jî hat dîtin ku dixwazin bîra civakî tune bikin. Di vê girêka tundiyê ya ku tu yaseyek şer, hiqûqek navnetewî û berpirsyariya dewletê pêwîst nake de, serdema herî derehlaqî ya hemû çaxan tê jiyîn. Destdirêjî, tacîz, talan, terikandina axa xwe, koçberkirin, di rêyên koçberiyê de jî herî zêde yên ku rastî mêtîngeriyê tên, dîsa jin û zarok in. Di sedsala 21. de karakter û asta ku desthilatiyên mêr ên serdest dimeşînin, tam bi vî awayî ye.
Kî aliyên vî şerî ne?
Ger ku em serdestî, kedxwarî, bindestkirin û zexta li ser jinê tê meşandin wek koka desthilatiyên bi her awayî ku di dîroka şaristaniyê de bi awayekî kombûyî nîşan dide binirxînin, wê demê lêgerînek kûr a azadiyê, divê jiholêrakirina hemû awayên desthilatî, kedxwarî û serdestiyê ji xwe re bike hedef. Şoreşa jinê, ji qirkirina xwezayê heta emperyalîzmê, ji kedxwariyê heta şer, ji mêtingeriyê heta faşîzmê, ji nîjadperestiyê heta cudaxwaziya bi her awayî, ji talankirina çavkaniyên xwezayî û talankirina qadên jiyanê, têkoşîna li hember hemû paşverûtiyên di qada civakî de xwe nîşan didin, digre nav xwe. Di nîqaşên derbarê awayê têkoşîna ku tevgera jinê an jî femînîzm li hember 3. Şerê Dinyayê di sedsala 21. de bimeşîne de jî, ev yek bi awayekî gelek rast hatiye diyarkirin.
Sibê: Bi Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem re hevpêyvîna li ser rola jinan a di Şerên Parvekirina Emperyalîst ên Yekemîn, Dûyemîn û Sêyemîn de