Di roja çaran a mîhrîcanê de şanoya "Derî" hat pêşkêş kirin

Mîhrîcana 5'emîn a şanoyê bi dirûşma "Qerîna Waşûkanî" di roja çaremîn de bi tevlîbûna Koma Jiyan a bajarê Qamişlo dewam dike.

Qamişlo – Bi dirûşmeya "Qêrîna Waşûkanî" 5'emîn mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a şanoyê di roja çaremîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna komên şano yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên Qamişlo dewam dike. Roja çaremîn ji mîhrîcanê bi tevlîbûna koma Jiyan a şanoyê pêk dest pê kir. Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, aşê  Şanoya bi navê "Derî" ya Koma Jiyan a bajarê Qamişlo ve hate pêşkêş kirin. Ev şano di wateya xwe de zehmetiyên heyî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibin, şîrove dike.

“Di şanoyê de rola min firîşte ye”

Şanogera bi navê Lorîn Derwîş wateya şanoyên xwe yên bi navê "Derî" wiha dinirxîne: "Ev demeke dirêje em amadekariya mîhrîcana şanoyê dikin. Wateya şanoyanê me yê bi navê ‘Derî’  zehmetî, zilim û bê edeletiyê ku gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn şîrove dike. Her wiha behsa daxwaza aramî û wekheviyê dike. Rola min di şanoyê de, ez firîşte me û daxwaza gel û mirovan pêk tînim. Di riya vê şanoyê re me daxwaza gel ji tevahî cîhanê re parve kir."

“Bav û keça xwe li maf û jiyanê digerin”

Her wiha şanogera bi navê Sîmav Hipo ku ev 4 rojin tevlî mîhrîcanê dibe û li şanoyan temaşe dike nêrîna xwe wiha parve dike: "Ev çar rojin mîhrîcan destpêkiriye, roja ewil heta niha ez beşdar dibim. Şanoyên ku tên li dar xistin pir bi wateye. Her wiha pirskirêkên ku gel dijîn û çareseriya wan tên pêşkêş kirin. Şanoya îro ya bi navê ‘Derî’ hate pêşandan weke çîrokeke bû. Bav û keça xwe li tevahî cîhanê edalet, maf û jiyana aram digerin. Her wiha ferîşt û şeytan jî rola herî xweş lîstin. Şanoger bi rêya vê şanoyê zehmetî û çareseriya pirskirêkan tînin ziman."