Di riyên koçberiyê de jin dimirin

Ji ber sedemên pêvajoyên şer û pevçûn, xizanî û tundiyê jin ji rojavayê Efrîqayê ber bi Ewropayê ve koç dikin. Li gorî NY’yê, hejmara jinên di riyên koçkirinê de jiyana xwe ji dest didin zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Gulanê de, li peravên El Hierro li Giravên Kanaryayê yên Spanyayê, heft jin û zarokên keç di karesateke keştiyê de jiyana xwe ji dest dan. Her çiqas piraniya kesên di keştiya ku noqî avê bûye de 145 kes hatibin rizgarkirin jî, jin û zarokên jiyana xwe ji dest dane, li sê goristanên cûda hatin definkirin. Bûyerên hejmara zêde ya koçberên jin û xetereyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, dîsa anî rojevê.

Ji sedî 15 ji jinan pêk

Di salên dawî de hejmara jinên ku ji Efrîqaya Rojava ber bi Ewropayê ve koç dikin de zêdebûnek mezin heye. Li gorî Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji ber pevçûn û xizaniya li herêma Sahelê (Burkina Faso, Malî, Nijer), bi milyonan kes neçar dimînin ku koç bikin û hat gotin ku jin pêşengiya vê koçberiyê dikin. Li gorî daneyên Komîsyona alîkariya koçberan a Spanya (CEAR), ji 2021’an heta niha ji sedî 15’ê koçberên ku bê serûber gihîştine gravên Kanarya ji jinan pêk tê.

Koordînatorê CEAR’ê Juan Carlos Lorenzo ji rojnameya The Guardian re axivî û got ku jin êdî di pêvajoya koçberiyê de ne pasîf in, barovajî wê aktorên biryardayînê ne. Juan da zanîn ku jin bi tena serê xwe, bi zarokên xwe an jî bi jinên din re derdikevin rê û modela koçberiyê ya ku berê ji hêla mêran ve hatibû destpêkirin, diguherînin.

Reva ji zextên civakî

Piştî ku Yekîtiya Ewropayê derbasbûnên ji Deryaya Navîn sînordar kir, koçberan di ser Atlantîkê re berê xwe dan grava Kanaryayê. Grava El Hierro di sala 2024’an de rastî zêdetirî 20 hezar koçberan hat. Ev rê bi dirêjahiya xwe û xetera mirinê tê zanîn. Ji aliyê din ve, jin ne tenê ji ber pirsgirêkên aborî, her wiha ji ber sedemên wekî tundiya zayendî, zewaca bi darê zorê û sinetkirina jinan jî dikevin vê rêya xeternak.