NY’ê der barê zêdebûna binpêkirinan li dijî jin û keçên Efgan de hişyarî da
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, tekez kir ku gihîştina perwerdeyê mafekî bingehîn e û da zanîn ku tundî û cudakariya li herêmên ji şer bandorbûyê, beşdariya jinan a danûstandinên aştiyê dike mijarek girîngtir.
Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, balkişand ser xetereyên ku ji ber sînorkirinên giran û cudakariya berdewam a li dijî jin û keçên li Efganistanê derdikevin holê û banga xurtkirina mekanîzmayên parastinê û mîsogerkirina beşdariya watedar a jinan a hewldanên aştiyê kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Efganî "Khaama Press", daxuyanî li civîna Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 27’ê Cotmehê de hate dayîn. Di civînê de balkişandin ser zêdebûna astengkirina mafê perwerdeyê yê keçan û dûrxistina jinan a ji jiyana giştî.
Sekreterê Giştî, tekez kir ku gihîştina perwerdeyê mafekî bingehîn e û diyar kir ku tundî û cudakariya li herêmên ji şer bandorbûne, beşdariya jinan a danûstandinên aştiyê dike pêdiviyeke girîngtir.
Sekreterê Giştî, diyar kir ku jinên rêveber, siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan tên dûrxistin û tên hedef girtin û banga zêdekirina piştgiriya darayî ji bo rêxistinên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin û banga hesabdayîna berpirsên kiryarên tundiyê yên li dijî jinan kir.