Ji bo rojnameger Nurcan Yalçin ceza hat xwestin
Der barê rojnameger Nurcan Yalçin a ku ji ber nûçeya ku li Sûrê çêkiribû dihat darizandin, ji bo bi cezaya girtigehê bê cezakirin mutala hat dayîn. Danişîna din taloqî 5'ê Tîrmehê hat kirin.
Amed – Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamegeran bi destê darazê dewam dike. Yekemîn danişîna doza der barê Rojnamevan Nûrcan Yalçin, bi hinceta nûçeya xwe ya têkildarî jinan ya ku beriya êrişên sala 2015'an ên li navçeya Sûrê ya Amedê amade kir, bi îdîaya "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" hati bû vekirin, Li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
“Ez bi armanca nûçayan çûm Sûrê”
Nurcan Yalçin a bi parêzera xwe Resul Tamur re di danişînê de amede bû, di parastina xwe de diyar kir ku serdema ku dîmen kişandine li JINHA’yê weke kameravan xebitiye û bi armanca nûçeyan çûye Sûrê. Nurcan Yalçin diyar kir ku bi wê demê rojnamevan diçûn Sûrê û tu qedexe nebûn û diyar kir ku nûçeya tê behskirin wê demê li malpera wan hatibû weşandin û diyar kir ku dîmenên wê kişandine çawa çûne destê kesekî din nizane.
“Muwekîla min derbarê jinan de nûçe çêkir”
Parêzer Resûl Tamûr ê dîmenên ku bûne sedema sûcdariya Nurcan Yalçin pêşkeşî dadgehê kir, da zanîn ku dîmenên di dosyayê de ji du beşan pêk tên, muwekîla wî ji bo ajansa jinan nûçe çêkiriye, li wir jî têkildarî jinan nûçe çêkiriye û diyar kir ku dîmenên têkildarî jinan îadê muwekîla wî ne lê dîmenên din ne aîdê wê ne. Resul Tamûr, anî ziman ku ew e parastina xwe ya esas piştî dayîna mutalayê bikin.
“Hat xwestin bê cezakirin”
Dozger ê di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, îdia kir ku Nurcan Yalçin çûye navçeya Sûrê ku şer lê qewimî û bi “endamên rêxistinê yên bi çekdar re” hevpeyvîn kiriye, dîmen qeydkiriye, di nava dîmenan de axaftinên ku endamên rêxistinê ji aliyê manevî ve piştgiriyê didin hene û di gelemperiya axaftinan de têkoşîna bi çekdar, tundî û serîhildan hatiye teşwîqkirin. Dozgerê ku îdia kir dîmenên ku Nurcan Yalçin kişandine ji nav dokumanên dîjîtal ê endamekî rêxistinê derketine ji ber vê yekê Nurcan Yalçin di nav hiyerarşiya rêxistinê de cih digire û xwest ku Nurcan Yalçin bi îdiaya “Bi dilxwazî alikariya rêxistinê kirinê kiriye” bê cezakirin.
Danişîm taloqî 5'ê Tîrmehê hat kirin
Piştî mutala hat pêşkeş kir parêzer Resul Tamûr ji bo ku li dijî mutalayê parastinê bike daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 5’ê Tîrmehê kir.