Di nobeta edaletê de roja 411’an: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar didomîne di roja xwe ya 411’an de ye.

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 411’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê îro çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya mecazî bal kişand ser binçavkirina 9 kesên ji malbata Yildiz û ev parvekirin kir: “Di doza me de gavek hiqûqî hate avêtin. Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat. Heta ku du daxwazên me yên hiqûqî tên qebûlkirin em ê bibêjin ‘HEQ, HIQÛQ, EDALET’ û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”