Di nava 6 mehan de 11 karkeran jiyana xwe ji dest dane

Ji ber bicihnekirina zagonan û neparastina karkeran ji aliyê hikumetê û kesên xwedî kar ve, her diçe hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

Silêmanî- Îro li salona rêxistina Dabîn a bajarê Silêmaniyê, rêxistina Dabîn daxuyaniyek çapemeniyê da û rapora şeş mehan a rewşa karker, karmendên li bajarê Silêmanî, Helepçe, Germiyan û Raperînê aşkera kir.

Rapor di çarçoveya projeya ku li ser çend dezgahên sendîkayên karkerên Kurdistanê û hişyarkirina karkeran di qertên taybet de hate amadekirin. Di daxuyaniyê de daneyên şeş mehên dawî yên karkerên ku bûne qurbaniyên kar hat aşkerakirin.

Bi giştî hejmara karkerên navxweyi yên ku li rêveberiya ewlehiya civakê hatine tomarkirin 45 hezar û 518 e. Li gorî vê rêjeyê 35 hezar û 908 jê mêr in û 9 hezar û 560 jê jin in. Bi giştî karkerên biyanî ku di sendîkayên rêveberiya xanenişînî de hatine tomarkirin 3 hezar û 277 karker in, ji vê rêjeyî jî 2 hezar û 901 mêr in û 376 jê jin in.

Bi giştî ew karkerên ku di vê demê de belgeya xebatê girtine hezar û 262 karker in, hezar û 170 karkerên navxweyî bûn û 92 jê karkerên biyanî bûn. Ew karkerên ku xanenişîn bûne tenê 10 in.

Hejmara karkerên ku bûne qurbanî 11 ye, 7 jê li Silêmanî, 2 li Germiyanê, 2 li Hewremanê û yek jê li Çemçemalê. Ji wê hejmarê 5 karker di avahiyan de ji ber ketinê, 2 karker ji ber şewatê, 3 karker ji ber kehrebeyê û karkerek jî ji ber gule lê ketiye jiyana xwe ji dest da.

‘Dabînnekirina pêwîstiyên karkeran hejmara qurbaniyan zêde kiriye’

Rêveberiya Rêxistina Dabîn, Dilsoz Zengene diyar kir ku daneyên karkerên bûne qurbanî zêde bûne, ev jî ji ber bicihnekirine zagonan û xirabûna rewşa jiyana karkeran e. Her wiha ji aliyê hikumet û xwedî karan ve dabînnekirina pêwîstiyên ku di dema kar de pêwîstî bi wan heye, yan jî karker der barê malzemeyên ku pê kar dikin de ne xwedî hişyarî ne. Divê rêxistin hîn zêdetir kar li ser karkeran bikin û girîngî bidin bicihkirina zagonê.”