Di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatin qetilkirin
Jinnews çeteleya tundiyê ku ji nûçeyên xwe kom kiriye, weşand. Li gor daneyên ku ajansê weşandiye li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan - Li gorî daneyên Jinnewsê ku ji nûçeyên tundiyê kom kiriye, di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatine kuştin. 17 jin û 7 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm di 7 dozên ku di meha gulanê de hatine ditîn de, derbarê kiryaran de biryara beraetê an jî biryara berdanê hatiye dayîn.
Ajansê bi paverkirina daneyan re wiha got: “Polîtîkayên AKP-MHP’ê yên jin û zarokan hedef digirin roj bi roj giran dibin û çapemeniya alîgir jî bi nûçeyên diweşîne bandor li ser civakê dike û dijbertiya jin û zarokan tê pêkanîn. Di meha gulanê de şîdeta li ser jinan dîsa di asta herî jor de derket pêş û di sûcê li hember zarokan de jî zêdebûnek derket pêş.”
Jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin
Ji jinên hatin qetilkirin herî kêm 9 kes ji aliyê mêrên pê re zewicandî hatin qetilkirin. Du jin ji aliyê mêrên biryara durxistinê hatibû girtin ve hatin qetilkirin. 6 jin di asta destberdanê de hatin qetilkirin. Gumanbarê 4 jinan nayê zanîn û 4 kes jî bi îşkencê hatin qetilkirin. Nasnameya 4 jinên hatine qetilkirin jî nehat zanîn, 3 jin jî aliyê xizmên xwe ve hatin qetilirin. Dîsa bûyerên herî zêde li Stenbolê qewimîn.