Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 2 jin jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşî bajarokê Janatayê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Îsraîla ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrîşê Zivala Xezayê dike, duh şev li başûrê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî.

Televîzyona Al-Jadeed a li Lubnanê weşanê dike diyar kir ku 2 jinên bi navê Sally Sıkeyki û Delal Îzeddîn ku li bajarokê Janatayê ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku yek ji jinên jiyana xwe ji dest daye di saziyeke tendirustiyê de dixebitî.

Televîzyona Al-Jadeed nûçeyek parve kir û diyar kir ku di êrîşa ku avahiyek di navbera bajarokên Dêr Kanûn El-Nahr û Cenatayê de herî kêm 15 kes birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene. Her wiha hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di xirbeyên avahiya ku rastî êrîşan hat de berdewam dikin.