Di êrişên Îsraîlê de jin û zarok dibin hedef

Di bombebarana balafirên şer de li Xezayê de gelek kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di nava du hefteyan de 250 zarokên ku ji ber kêmxwariniyê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê 2 malên li bakurê Zîvala Xezayê kir hedef û gelek kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşxaneya El-Ehli Baptist.

Di daxuyaniya ji aliyê Yekîneyên Parastian Sivîl a li Xezayê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Tîmên me, li ser îxbara li kampa koçberan a Eş-Şatî û herêma Dabit a bajarê Xezayê 2 mal hatine hedefgirtin.” Her wiha ragihand ku di heman demê de artêşa Îsraîlê di êrişa li dijî kampa koçberan a Şatî ya li rojavayê bakurê Xezayê û taxa Tuffah a rojava pêk anî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 43 kesan. Her wiha hê jî di bin xirbeyan de cenaze hene û bi dehan kes jî birîndar in.

Zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest didin

Mudurê nexweşxaneya Kemal Advan Hûsam Ebu Safiye ku li bakurê Zîvala Xezayê civîneke çapemeniyê li dar xist got: “Di saetên dawî de ji ber xwarina kêm zarokek me jiyana xwe ji dest da.” Anî ziman ku zarokên ji ber kêmxwariniyê rakirine nexweşxaneyê di nava hefteyekê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, di nava du hefteyên dawî de ji ber kêmxwarinî û windakirina avê 250 zarokan rakirine nexweşxaneyê. 

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê didomin de herî kêm 15 hezar 694 jê zarok, 10 hezar 279 jin di nav de 37 hezar û 551 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Li Xezayê 800 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bêpar mane

Li aliyê din ji roja ku êrişên li ser Zîvala Xezayê dest pê kirine ve heta niha 800 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bêpar mane. Di daxuyaniya ji aliyê hikumeta Filistînê ya li Xezayê hat dayîn de wiha hat gotin: “Dagirkeriya siyonist, ji ber êrişa li Xezayê dide meşandin, ji 7’ê Cotmehê ve heta niha 800 hezar xwendevanên keç û kur ji mafê xwendinê bêpar hatine hiştin.” Bal kişand ku li Xezayê di branşên cuda de nêzî 40 hezar xwendekarên amadeyî û zanîngehê neçûne ezmûnan, neketine dersan ev yek jî binpêkirinek cidî ye ku metirsiyê li pêşeroja wan dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên li dijî Xezayê de bi zanabûn jin û zarok tên hedefgirtin.