Di êrişa HTŞ’ê de jinek û keça wê birîndar bûn

Di encama êrîşên komên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê li ser gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jinek û keça wê birîndar bûn û ziyanên madî gihîştin milkên gel.

Heleb – Duh di saetên êvarê de gelê taxên Şêxmaqsêd û Eşrefiyê bi armanca rakirina dorpêça ku ji aliyê HTŞ’ê ya cîhadîst ve ku di van demên dawî de li ser herdu taxan hatiye ferzkirin, xwepêşandan lidarxistin û daxwaza rakirina dorpêçê kirin.

Komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê duh bi xaza îsotan êrîşî çalakiya gel kirin, di encamê de gelek kes birîndar bûn. Piştre cîhadîstan bi gulebarandinê êrîşî her du taxên ku sivîl lê dimînin, kirin. Bersiva êrîşan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat dayîn.

Çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst malên gel hedef girtin. Di encamê de jinek û keça wê ve li taxa Şêx Meqsûdê Xerbî birîndar bûn, her wiha malek sivîlan li taxa Şêx Meqsûdê Şerqî jî bû encama êrîşan û ziyanên madî gihîştin milkên sivîlan.