Di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de jinek birîndar bû
Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk duh şev li gundê Barê û komelgeha Dîgurê ya Şengalê çend malên welatiyan bombebarankirin, di encama êrîşa de herî kêm jinek birîndar bû.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/10/20241024-watsab-btarykh-2024-10-24-fy-00-22-13-d78f8584-750x430-jpg6a3997-image.jpg)
Şengal – Duh bi şev dewleta Tirk li dijî Şengal û Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê pêk anî.
Li gel êrişên ku l seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin dewleta Tirk duh şev saet derdora 23:30’an de, li derdora gundê Barê ya girêdayî komelgeha Xanesorê û li komelgeha Dîgurê, balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk a dagirker çend malên sivîlan bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de jinek be navê Întisar Xwedêda Elî Mirad e birîndar bûye.
Li Şengalê liv û tevgera balefirên keşfê tevahiya şevê berdewam kir.