Di êrişa Îsrailê li ser Lubnanê de 20 kesan jiyan xwe ji dest dan
Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê diyarkir ku li gora agahiyên destpêkê di êrişa duh ya hewayî ya Îsrail li ser bajarê Baalbek-Hermel de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 14 kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê li ser Lubnanê didome. Li gor daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Lubnanê ve hatî dayîn wiha hate gotin: “Li gor agahiyên destpêkê di êrişa Îsrailê li ser Baalbek-Hermel de, li bajarokê Dêrê 11 şehîd, li Hades Baalbek 5 şehîd û 6 birîndar, li Cemaliya 2 şehîd û 6 birîndar, li Nebî Şit 2 şehîd û Mecdelun 2 birîndar hene.”
Waliyê Baalbek, Hermel, Beşar Hadr di daxuyaniya duh dayî de da zanîn ku di êrişa Îsrailê li dijî bajarokê Hades Baalbek û Dêrê ya Lubnanê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor nûçeya di Ajansa Nûçeyan ya Cîhanê Ereb ya Şarku Avsat (AWP); Beşar Hadr di parvekirina li ser platforma X de ev tişt got: “Hejmara kesên li Dêrê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 10’an, hejmara kesên li Hades Baalbek jiyana xwe ji dest dane gihîşt 6’an. Hejmara miriyan ya îro gihîşt 16’an.” Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnanê diyarkir ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê li ser Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 136’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 13 hezar û 979’an. Roja înê hejmara miriyan 19, hejmara birîndaran jî bûye 91. Nakokiyên di navbera Hîzbullah û Îsrailê de, piştî Hizbûllah piştgiriyê da tevgera Hamasê destpê kir.
Hêzên Îsrailê ji 23’ê Îlonê heta niha êrişên xwe yê li dijî qeleyên Hizbûllahê yên li Lubnanê dijwar kiriye û di 30’ê Îlonê de li dijî başûrê welat êrişa bejayî da destpêkirin.
Ji wê dîrokê heta niha destpêkê li dijî Beyrûd, bajarên Baalbek, Sur, başûr û hin herêmên Lubnanê êrişên hewayî pêkanî.