Di 25'ê Mijdarê de peyva 'Kurdistan' sûc hat hesibandin

Ji 7 Jinên ku di çalakiya 25’ê Mijdarê de hatin binçavkirin, pankarta bi nivisa “Kurdistan” hat pirsin. Jin piştî karûbarên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê werin kirin.

Navenda Nûçeyan- Karûbarên 7 jinên ku di çalakiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan a Navnetewî de li Meydana Skaryayê pêkhat de, pankarta ku li ser “Ji Efxanîstanê heya Îranê, Ji Îranê heya Kurdistanê, ji Kurdistanê heya Tirkiyeyê agirê femînîst venamire” hilgirtin, berdewam dike. Îfadeya jinên ku hatin girtin û 4 roj in di bin çavan de tên girtin, li miduriyeta polîsan hate wergirtin.  

Parêzeran ragihand ku gef li jinên di bin çavan de hatine xwarin û heqaret li wan hatine kirin. Hate hînbûn ku ji jinan pirsa “Kê naveroka pankartê amade kiriye?” hatiye pirsîn.

Tê payîn ku wê jin piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê werin kirin.