Li Qamîşloyê pêşangeha "Destên Afirîner" destpêkir
Meclîsa Jinên Sûrî û Koma Projeyên Biçûk li Qamişloyê pêşangeheke du rojan a ji bo destkarî û pîşeyên jinan vekir. Jinan di vekirinê de peyama "Em şirîkên sereke yên avakirina civakê ne" dan.
Qamişlo – Îro li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Sûrî û Koma Projeyên biçûk, pêşangeha destkarî û pîşeyên jinan a bi navê “Destên Afirîner” hat vekirin. Di vê pêşangeha ku wê du rojan berdewma bike de, bi dehan jin û xwediyên projeyên biçûk beşdar bûne.
Beşdaran bal kişandin ser amadebûna jinan di qada aborî de û tekez kirin ku ev qad êdî ne tiştekî marjînal e, lê belê bûye herêmeke bingehîn a hilberîn û pêşketina jinan. Pêşangeh fersendeke girîng e ji bo danasîna hilberînên wan ên wekî cilên folklorî, neqş, şêwakarî û destkariyan, ku tevî hemû zehmetiyan bi daxwazeke mezin hatine çêkirin, hat pêşandan.
Jin bedewî û guhertinê diafirîne
Di gotina vekirinê de, Muna Yûsif Rêvebera Meclîlsa Jinên Sûrî axivî û diyar kir ku jinan di salên dawî de şayana xwe ya derbaskirina astengiyan îsbat kiriye û bûne şirîkên sereke yên avakirina civakê. Her wiha destnîşan kir ku meclîs bi rêya hembêzkirina van destpêşxeyariyan di piştgiriya aborî, civakî û çandî ya jinan de, berdewam e.
Muna di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku ev projeyên biçûk ne tenê çavkaniyekî dahatê ne, lê belê qad û derfeteke ji bo bixwebaweriya jinan û serxwebûna wan a aborî di diparêzin.
Berhemên rengîn û çalakiyên kêfxweşiyê
Pêşangeh bi berhemên xwe yên çandî û hunerî ku nasnameya herêmê nîşan dide, dewlemend bû. Her wiha çalakî tenê bi firotin û nîşandana kelûpelan bi sînor nîne. Lê belê ji bo afirandina sînerjiyekê di navbera malbatan û beşdaran de, bernameyên şahiyê û pêşbaziyên taybet ji bo zarokan jî hatine amadekirin. Jinên beşdar diyar dikin ku ev afirîneriya wan dê rê li ber pêşerojeke hîn geştir û wekhevtir jî veke.