Li Suweydayê agirbest hat binpêkirin: 2 kes hatin kuştin
Li bajarê Suweydayê peymana agirbestê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ve hat binpêkirin. Di êrîşên bi çekên giran û dronan de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.
Suweyda – Li bajarê Suweydayê peymana agirbestê hat binpêkirin. Hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ve bi çekên cuda navber bi navber êrîş pêk anîn, ev yek jî bû sedema metirsiya berfirehbûna pevçûnan û bandora wan a li ser sivîlan.
Li gorî daxuyaniya Parastina Neteweyî (Heres El-Wetenî), ji sibeha pêncşemê ve heta îro, li eniyên bakur û rojava yên bajarê Suweydayê peymana agirbestê bi awayekî eşkere hatiye binpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê ya demkî di van êrîşan de balafirên bêmirov û çekên giran û nîvgiran ên doçka bi kar anîne.
Binpêkirin bûn sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku topbaran gihîştiye taxên sivîlan ên li nava bajar jî û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 30 kesên ku di nav wan de zarokek jî heye birîndar bûne. Parastina Neteweyî ev êrîş wekî “niyeta eşkere ya ji bo afirandina aloziyê û xistina xeterê li ser jiyana sivîlan” pênase kir û destnîşan kir ku armancgirtina herêmên niştecihbûnê binpêkirina peymanên aramiyê ye.
Parastina Neteweyî: Ewlehiya sivîlan xeta me ya sor e
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her binpêkirineke peymana aramiyê yan jî her kiryarek ku wekî “provokasyon” were nirxandin dê bê bersiv nemîne. Hat ragihandin ku ewlehiya sivîl û endamên wan “xeta sor” e û dê rê nedin ku ev xet were derbaskirin. Her wiha her rageşiyeke nû dê bi tedbîrên meydanî yên tund were bersivandin da ku rê li ber dubarebûna van êrîşan bê girtin.