Dewleta Tirk 2 rojnamegeran qetil kir
Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî dişopandin, hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk, komên çete yên girêdayî û berxwedana dijî wan dişopîndan, bûn hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de hedu hevalên şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.