Der barê polîsên ku îşkence li zarok kirin de lêpirsîn hat vekirin

Der barê polîsên ku li navçeya Licêya Amedê îşkence li zarokê bi navê Y.D yê 14 salî kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin. Baroya Amedê der barê polîsan de serlêdana sûc kir û diyar kir ku dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.

Amed- Serdozgeriya Komarê ya Licê piştî bertekên nûçeya bûyera li navçeya Licêya Amedê pêr êvarê zarokê 14 salî Y.D. ku bi hevalê xwe re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat revandin û îşkence lê hat kirin, di Ajansa Mezoptamyayê de hat weşandin, malbata zarok û parêzara wî gazî îfadeyê kir.

Der barê polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragihand ku der barê polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de wiha hat gotin: "Der barê bûyera ku li navçeya me Licê pêk hatiye û li ser medyaya civakî hat weşandin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Lêpirsîn bi baldarî tê meşandin.

Baroya Amedê der barê polîs de gilî kir

Bertek û hewldanên li dijî îşkenceya polîsan didomin. Baroya Amedê jî der barê polîsan de gilî kir û diyar kir ku dê îfade û pêvajoya hiqûqî bişopînin. Baroyê diyar kir ku ji ber sûcên “Îşkence û Muameleya Xerab” , “Birîndarkirina qestî” , “dîlgirtina kes” , “Gef” û “Heqaretê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye û giliyê polîsan kiriye. Baroyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku wê bibin şopdarên pêvajoya îfade û hiqûqî.

Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Em şermezar dikin

Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz, têkildarî pêkanînên nijadperestî û êrîşên ku zarok di Newroza 2023’an de rû bi rû mane de daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên nijadperest ên di Newrozê de li dijî zarokan tên kirin ne cuda ne de ne, ji rengê cil û bergên wan heta agirê Newrozê ku li taxê pêxistin, zarok sûcdar tên nîşandan û rastî tundiyê tên.” Di daxuyaniya ku behsa îşkenceya polîsan a li ser Y.D. hat kirin de, hat xwestin ku der barê kesên ev yek li Y.D’ê kirine de lêpirsîna pêwîst were destpêkirin.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em îşkenceya li zarokan a ji aliyê kesên ku erkdarên ewlekariyê ne qebûl nakin, wan şermezar dikin. Em ê heta dawî pêvajoya lêpirsînê bişopînin û em careke din dibêjin; ev hikûmet nijadperest û dijminê zarokan e! Tevî nijadperestî û neteweperestiya bi dehan salan li ser vê xakê tê domandin jî zarokên Kurd coş û baweriya xwe ya jiyanê ji agirê Newrozê digirin.”

Çi bûbû?

Y.D’ê yê 14 salî yê li navçeya Licêya Amedê dema danê êvarê bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin, hat revandin û rastî îşkenceyê hat. Y.D destpêke birin nava zeviyek jê re gotin bibêje ez Tirk im û piştre jî bi gotina bibejê “Dijûnan li Kurdan bike, sirûda îstîklalê bixwîne”, îşkence hat kirin. Zarok anîn rewşa nexweşxaneyê dest û lingên min girê dan û piştre avêtin çalê. Zarokê ku bi şev ji aliyê gundiyek ve hat dîtin rakirin nexweşxaneyê. Îhtîmal heye ku çavekî wî kor bibe.