Der barê binpêkirinên mafên girtiyan de ji bo Bekir Bozdag pêşniyarpirs

Li ser binpêkirinên li girtîgeha jinan a Şakranê tên jiyîn, parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dax pêşniyarpirsek pêşkêşî Bekir Bozdag ê Wezîrê Dadê kir û jê pirsa: “Gelo der barê mijarê de teştîşên we hene?” kir.

Enqere – Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Dersîm Dag der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha jinan a Şakranê tên jiyin de pêşniyarpirsek pêşkêşî wezîrê Dadê  Bekir Bozdag kir.

Di pêşniyarpirsê de behsa binpêkirinên mafan ku li girtîgehan tên jiyîn hat kirin û bal hat kişandin ku li girtîgeha jinan a Şakrana Îzmirê zextên li girtiyan tên kirin her diçe zêde dibin.

Di pêşniyarpirsê de wiha tê gotin:

 Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de, Hayriya Yagbasan ku di girtîgeha jinan a Şakranê ya li Îzmîrê ye wiha behsa tiştên ku di girtîgehê de jiyane wiha kiriye: “Di qawişek ku diviyabû 11 kes tê de bimana 37 kes diman û xwarina 11 kesan dida 37 kesan, girtî ji aliyê gardiyanan ve rastî tundîtujiyê dihatin. Girtiyan ji bo girtîgehek nû bi rêveberiya girtigehê re hevdîtinê kirin û rêveberê girtîgehê soz da wan lê belê heta niha ev daxwaza wan nehatiye pêkanîn. Xizmên girtiyan tiştên ku ji girtiyan re dişînin dereng didin wan û tiştên weke betaniye û balîf bi awayek kêfî tên desteserkirin. Gardiyanê bi navê K. ye û bi taybet dema ev gardiyan bû sergardiyan li beramberî girtiyan tundîtujî bi kartîne û li gorî kêfa xwe nêzî girtiyan dibe.”

Di dawiya pêşiyarpirsê de ji wezîrê Dadê Bekir Bozdag ev pirs hat kirin:

  • Gelo agahiya wezîrên we ji îdiayên Hayriya Yagbasan ku di girtîgeha jinan a Şakranê de ye heye?
  • Gelo agahiya we ji qawîşek ku divê 11 kes lê bimînin lê 37 kes lê dimînin û xwarina 11 kesan tê dayîn heye? Hûn ê der barê vê mijarê de tiştek bikin yan ne? Wê daxwaza girtiyan a qawîşek nû were pejirandin?
  • Der barê sergardiyana bi navê K. de û yên li dora wê yan jî rêveberiya girtîgehê de hûn ê çi bikin? Nêzîkatiyên gardiyanan li hemberî girtiyan wê ji aliyê wezîrên we ve were teftîşkirin?