Jinên nivîskar: jinên afirîner di azadkirina jinan ji astengiyan de xwedî rol in
Jinên nivîskarên beşdarî Komxebata Jinên Afirînerên Ereb a li bajarê Tousse yê Tûnisê hatî li darxistin bûn dan zanîn ku ewê ji bo rêxistinkirina jinên pêdiviya wan bi piştevanî û alîkariyê heyî bixebitin.
ZOUHOUR MECHERGUİ
Tûnis- Komxebata Jinên Afirînerên Ereb ku di rûniştina xwe ya 24'an a 12'ê Gulanê li bajarê Sousse yê Tûnisê hat li darxistin û 14'ê Gulanê bi beşdarbûna jinên afrîner ên Misir, Sûriyê, Mexrib, Erebistana Siûdî, Urdun, Lubnan, Lîbiya û Tûnisê bi bidawî bû. Jinên ku beşdarî komxebata Jinên Afrînerên Ereb bûne di rûniştina xwe ya 24'an de, bi diruşma "sêyekiya Qedexe ya Jinên Afirîneriya Ereb" de bal kişandin ser girîngiya xebatên hevpar ên jinên li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn û ev yek jî bi armanca rizgarkirina jinan ji qalibên amade yên ku li gorî kontrola exlaqî, civakî û olî jinan birêve dibe nirxandin. Di komxebatê de semîner, danişînên zanistî û nîqaşên panelê yên ku li ser mijarên danûstandina bi jinan re di warê olî, Siyasî û zayendî de hatin nîqaşkirin.
"afrîneriya jinê dibe alîkar ji bo bilinkirina asta azadiyê"
nîviskara Tûnisî Amîra Ghoneîm ji ajansa me re axivî û da zanîn ku Afirînerî armanca xwe heye, ji ber ku nivîskarên jin ne tenê ji bo nav û dengên xwe belav bikin dinivîsin, lê ji ber ku dozekê digrin ser milên xwe ku li hember her curen cûdakarî û zexta li ser jinan dinivîsin û wiha pêde çû: "Her tiştê ku jin di warê wêje, helbest, çîrok, hunera plastîk, şano û sînemayê de diafirîne dê bibe alîkar ku asta azadiyê bilind bibe ji ber ku mijarên ku bi nivîsên jinên afirîner ên Tûnisî û yên din têne binpêkirin hene." Amîra Ghoneîm di wê baweriyê de ye ku tecrûbeyên jinên Tûnisî dikare tiştên ku jin ji şêweyên serdestiya paşverû dikşînin eşkere bike. Her çend qanûn û pergala huqûqê dibêjin ku jin gihîştiye astek azadiyê, lê di asta pratîka jiyana rojane de, ew hîna jî rastî cudakariyê tên.
Amîra Ghoneîm destnîşan kir ku wêje xwedî roleke girînge ji ber ku bi awayekî nerasterast, berdewam û nûbûyî bandorê li civakê dike, ev jî bi saya fikrên ku jin di nivîs û romanên xwe de hewil didin heqîqetê derxin pêş.
"Jin bi tekoşîna xwe sûd dide jinên derdorê"
Helbestvan Radiya Şehaibî diyar kir ku ev komxebata yekem e ku piştî belavbûna Koronayê tê lidarxistin û wiha berdewam kir: "Divê jin têbikoşin û karê xwe bikin da ku ji hevdû sûd werbigirin ku ev ramana ronakbîrî ji ya serdest cuda ye ku jin vedigere serdemên din."
"Nîqaşkirin li ser sêyekiya qedexe bi serê xwe şoreşeke"
Amna El-Rumelî tekez kir ku axaftina li ser sêyekiya Qedexe bi serê xwe şoreşek e, ji ber ku peyv bi xwe xwedî têgeheke metirsîdar e, ji lewra pêwîst e ji bo hilweşandina vê dorpêça li ser ramanên jinan xebat bê kirin. Amna El-Rumelî bilêv kir ku ew di wê baweriyê de ye ku çareseriya pirsgirêkê jinan û xelaskirina wan ji zihniyetên desthilat tenê bi keda jinên afirîner, xwende û azad pêkane.
Amna El-Rumelî destnîşan kir ku armanca komxebatê lêgerîna sedema pirsgirêkê ye ku ji bo çareseriyê peyda bike pêdivî bi lêhurbûnê heye, ji ber ku jinên Ereb popdarê vê çanda ku jêre tê gotin çanda "Elasîca" ne û tekezî li ser girîngiya afirînerîyê wek derî ji bo jinên Ereb bê vekirin ku ji aliyê rewşenbîrî ve bimeşin, nexwe wê çarenûsa wan li ber peravê dîrokê bimîne.