DEM Partiyê tekîldarî şewatê daxuyanî da

DEM Partiyê têkildarî şewata li navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê de li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyaniyek weşand.

Navenda Nûçeyan - Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî şewata li navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinara Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek weşand û got: “Vê karesatê careke din nîşan da ku desthilatdarî û dewlet di dema felaketê de ne bi gel re ne.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber şewata duh bi şev dest pê kiriye û li qadeke berfireh belav bûye 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 44 kes birîndar bûne, rewşa 10 ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

‘Careke din me dît di felaket û karesatan de dewlet û desthilatdarî ne bi gel re ye’

“Em birînên ji ber karesata şewatê çêbûn bi gelê xwe re dipêçin. Êşa me giran e, serê gelê me sax be. Em ji birîndarên xwe re şîfayê dixwazin. Li hemberî şewatên ku desthilatdarî ji aliyê destwerdanê ve dereng ma, kêm ma, di serî de Amed, Mêrdîn û Wanê hemû şaredariyên me yên li herêmê ji bo vemirandina şewatê seferber bûn û alîkarî gihandin gel. Hevşaredarên me, parlamenterên me, hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir ku ji pêkhateyên partiya me ne, li gundên ku agir li wan derket, bi gel re hem êşên gel parve dikin hem jî birînan dipêçin. Vê karesatê careke din nîşan da ku di felaket û karesatan de dewlet û desthilatdarî ne bi gel re ne. Di dema erdhejê de nebûn, di şewatê de jî nîn in, di lehiyê de nîn in lê belê em xwedî wê hêzê ne ku tevî gelê xwe em ê ji bin hemû felaketan rabin.”