DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne

DEM Partî, dê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji du navendên cuda yên Koordînasyonên Hilbijartinê yên Amed û Enqereye bişopîne.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe yên hilbijartinê temam kirin.

DEM Partî li hemû navendên ku îhtîmala serkeftinê lê hene dê berpirsên sindoqan peywirdar bike. Di vê çarçoveyê de dê herî kêm 40 hezar peywirdarên sindoqan roja hilbijartinê bixebitin. Herwiha hiqûqnas û peywirdarên ku dê di Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) de cih bigirin jî hatin diyarkirin. Hiqûqnas û peywirdar kêliya ku bêusulî derketin dê îtirazê bikin.

Hilbijartin ji 2 navendan bê şopandin

Dê li Amed û Enqereyê Nevendên Koordînasyona Hilbijartinê bên avakirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê li navenda hilbijartinê ya Amedê bin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Berdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî dê li navenda hilbijartinê ya Enqereyê bin. Hat zanîn ku her du navend jî dê dem bi dem têkildarî encamên hilbijartinê raya giştî agahdar bikin.