Dê Wezareta Edaletê bi malbata Doku re hevdîtin pêk bîne

Malbata Doku ku ji bo dîtina Gulîstan Doku ya li Dêrsimê winda bû, xwest bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bike, lê hat astengkirin li ÎHD'ê daxuyanî da. Ji bo malbata ku li Enqereyê ji Wezareta Edaletê bersiv hat. Wezaretê ragihand ku ew ê ji bo hefteya bê randewiyê bidin malbatê.

 
Navenda Nûçeyan - Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dêrsimê agahî jê nayê girtin, nobeta xwe ya edaletê li Enqereyê didomîne. Malbata Doku ku xwest bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bike lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civîna çapemeniyê ya ku wêneyên Gulistan Doku hatin hilgirtin de, destpêkê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sevîl Turgut axivî. Sevîl Turgut diyar kir ku malbat 3 roj in bi tundiya polîsan re rû bi rû dîmine.
“Gulistanê di tariyê de nehêlin” 
Xwişka wê Aygul Doku ya anî ziman ku pirsa “Gulistan Doku li kudere ye?" sînorên cîhanê derbas kir, got ku ji bo dîtina Gulistanê ji 600 parlamenterên Meclîse re name şandiye û daxwaza avakirina komîsyonekê kirine. 
Aygul Doku wiha axivî: “ Em ji bo bersivê bigrin bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêkanî. Hemûyan gotin ku ji bo avakirina komîsyonê çi ji destê wan bê dê bikin. Me bi Alîkarê Serokê Koma MHP’ê re hevdîtin kir, peyama ger AKP’ê bêje temam em ê bi erênî li avakirina komîsyonê binêrin. Banga min ji parlamenterên AKP’ê re ev e: Gulîstan jineke ciwan e, hemû partiyan qebûl kirin, tenê hûn man hûn jî qebûl bikin. Gulistanê di tariyê de nehêlin.”
“Keça min derneket”
Dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku, diyar kir ku wê Gulîstan bi zor û zehmetî şandiye dibistanê û diyar kir ku 2 sal in nikarin xwe bigihînin hestiyên Gulîstanê jî. Bedrîye Doku wiha axivî: “Ez her saniye dimirim. Me dîsa anîn otêlê, nahêlin em ji otêlê derkevin. Em diçin xwarin xwarinê, çemberek ava dikin. Em ne qatil in, ew qatil jî nehat lêpirsîn kirin. Ev bendav heşt mehan hat valakirin û ez heşt mehan sibe û êvarê li ber wê bendavê sekînim. Cihên keça min li ser wê ne, di vê bendavê de derbarê wê de tiştêk derneket. Kîjan tîm dihat, digotin, ‘Xaltî keça te li vir nîne’. Heft cenaze ji wê bendavê derketin, lê keça min derneket."
Malbat dê bi Wezîr re hevdîtinê pêk bîne
Malbata Doku îro danê nîvro ji aliyê Nivîsgeha Wezareta Edaletê ve hat gerandin. Hat ragihandin ku ji bo bi wezîr re dikarin biaxivin hefteya pêş dikarin randevu bidin wan. Li ser vê yekê malbatê diyar kir ku wê îro vegerin Amedê û hefteya pêşiya me ji bo bi wezîr re hevdîtin bikin wê dîsa bên Enqereyê. Nehat diyar kirin ku dê kengî malbat bi Wezîr re hevdîtinê pêk bîne.