Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê bi coşek mezin despê kir

Li Silêmanî bi pêşengtiya RJAK’ê û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya “Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tûndûtujiyê têdikoşîn” jin 8’ê Adarê bi rengê biharê pêşwazî dikin.

Silêmanî –Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşmeya “Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tûndûtujiyê têdikoşîn” li devera Berde Qehreman a Silêmaniyê şahiyek lidarxistin. Di şahiyê de peyama hevpar a RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şoxan Mihemd ve hat xwendin.
“Dê ev sedsal bibe sedsala jina azad”
Şoxan Mihemd 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Divê hemû jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bûye mîmarê azadiya jinên bindest û taybet jinên Kurd têbikoşin.  Em dibêjin wê ev sedsal bibe sedsala jina azad. Îro têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û balê dikişîne ser xwe.”
 Şahî bi Koma Em a Rojhilatê Kurdistanê dewam dike paşê jî dê hunermebd Jîna Saqiz derdikeve ser dikê.