Dê parlemento ji bo yasaya pêşîlêgirtina tundiyê kom bibe
Hat ragihandin ku dê parlementoya herêma Kurdistanê roja çarşemê li ser hinek mijaran kom bibe û xwendina dûem ya kombûnê wê ji bo piştniyaza yasaya pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbat û jinan bi civin.
Navenda Nûçeyan – Serokayetiya parlementoya herêma Kurdistanê ragihand ku wê roja çarşemê parlementoya herêma Kurdistanê di derbarê çend mijaran de kom bibe.
Li gora ragihandina serokatiya parlementoya herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq banî hemû endamên parlementoya herêma Kurdistanê kirine ji bo rûniştina hêjmara 2 ya yasayî ya dema payîza sala çarem di dema hilibijartina parlementoya pêncem ya herêma Kurdistan-Îraq de di saet 10:00’ê beriya nîvro 21’ê Îlona roja çarşemê kom bibin.
Ragihand ku di rûniştina xwendina dûem ya dema nû de ji bo pêşniyaza yasya pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbat û jinan, piroje yasaya perwerde û fêrkariya û pêşniyaza yasaya parastina ajalan li herêma Kurdistan Îraqê were nirxandin.