Dê Emîne Şenyaşar ji “heqaretê” bê darizandin!
Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’î Îbarahîn Halîl Yildiz ve hatibû kuştin dê bi îdiaya ‘heqaret’ li Yildiz kiriye, bê darizandin.
Navenda Nûçeyan – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 553’yemîn de berdewam dike. Malbat ji serê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket û hat “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Di dema nobeda edaletê de der barê dayikê de 15 lêpirsîn hatin vekirin. Dayik dê sibê di dozê de wek bersûc bê darizandin. Qurbanê ku bû sedema kuştina hevjîn û 2 zarokên xwe! Ger hûn nikarin pêşiya çewisandina li ber Edliyeya Rihayê bigirin, werin ragihînin.”
Rûniştina dozê dê sibê dest pê bike
Malbatê li ser barîyerên beton ên li pêşiya edliyeyê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” daliqand. Derbarê gotinên Emîne Şenyaşar ên di çalakiyan de anîne ziman heya niha 15 lêpirsînên cûda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 5 jê bûn doz û Emîne Şenyaşar ji van dozan tê darizandin. Sibehê dê danîşina Emîne Şenyaşar a ku bi hêceta “heqaret” li parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha 4’emîn a Asliyeyê ya Rihayê saet di 11.00’an de were dîtin.