Jinan bal li ser pêwistiya danasîna rêgezên bingehîn kişandin

Ji bo xwendin û ravekirina prensîb û bendên bingehîn ên ji bo jinan, Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişlo civînek li dar xist.

Qamişlo - Gelek geşedanên civakî yên ku di cîhana me de hatine jiyîn, rastbûna vê bîr û baweriyê piştrast dikin ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan a tijî têkoşîn, ji ber ku hemû jinên cîhanê hewl didin ku bigihîjin jiyanek wekhev, edalet, azad û aştiyane. Jin weke kiryarên sîstematîk ên welat û hêzên cîhanî û kolonyalîst ku nîşana qirkirina jin û civakê ne, rojane rastî curbecur îşkence, şîdet û kuştinê tên. Yên ku herî zêde vê hîs dikin, dijîn û wateya wê fam dikin, jin in, ji ber vê yekê li çar aliyê cîhanê xwe bi rêxistin dikin, xwepêşandan û çalakiyan li dar dixin. Her wiha, her cure berxwedan û têkoşînê li ser esasê zîhniyeteke hevpar nîşan didin.

Pêdivîya bi belgeyeke têgihiştinê ya ku bibe stûna azadiya jinê û civakê..

Di ronahiya şoreşa jinê ya ku herêm tê de ye, pêdiviya bi belgeyeke têgihiştinê ya ku bibe stûna azadiya jinê û civakê heye. Ev ezmûna ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, pêwîstî bi amadekirina belgeyek têgihiştinî ya berçav li ser rêgezên sereke yên mafên jinan û beşdarbûna wê di jiyana civakî de ferz kiriye, ji ber ku misogerkirina berdewamiya destkeft û pêşketinên têkoşînê di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji bo xwendin û ravekirina rêgez û hukmên bingehîn ên ji bo jinan, Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna endamên rêxistin û tevgerên jin, saziyên civaka sivîl, Rêxistina mafê Mirovan û hin saziyên Rêveberiya Xweser civînek li dar xist. Civîn ji aliyê Endamên Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo temo û Mizgîn Hesen ve hat birêvebirin.

Girîngiya şîrovekirin û ravekirina rêgez û hukmên bingehîn ên jinan

Der barê vê mijarê Endama koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim axivî û wiha dest pê kir: “Em wekî Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek ji bo xwendina rêgez û hukmên ji bo jinan orgenîze kir. Di dirêjahiya ji salekê zêdetir de Meclisa Qanûnî ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dike ji bo danîna van zagon û prensîban da ku bibin rêgez an jî esaseke ji bo qanûnên girêdayî bi jinan. Di Kongreya yekemîn a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di sala 2021’an de ev rêgez û zagon hatin erêkirin û ji Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat rakirin da ku fermî werê bicihkirin.

“Zemînek ji bo qanûnên jin û malbatê di pêşerojê de”

Stêr Qasim da zanîn ku bi riya van zagon û prensîban zemînek ji bo qanûnên jin û malbatê di pêşerojê de tên dayîn û got: “Da ku jin û civak bikeve di bin ronahiya van zagon û rêgezan de, di heman demê ji bo ku zemînek ji bo qanûnên jin û malbatê di pêşerojê de werin rûniştanin, pêwîstî bi vê civînê hat dîtin. Li ser vî esasî, bi tevahî rêxistinên jin, partiyên siyasî û jinên di saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn hatin lidarxistin û ev xalên girîng hatin xwendin û şîrovekirin.”

Stêr Qasim tekez kir ku dê ji bo qebûlkirina van rêgezan ji aliyê civakê ve bixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da ku di van prensîban de peymanên qanûnên navneteweyî yên li ser jinan û mafên mirovan jî nêzî hev bike. Em ê kar bikin li ser qebûlkirina van rêgezan di nav civakê de û em hêvîdar in ku ebûlkirinekê ji hêla civakê ve were dîtin. Di encamê de gereke civak bigihêjê vê rastiya ku jin jî endameke bi bandor û ektîv e di civakê de vê yekê qebûl bike.”