DBP’ê li Şirnexê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir
Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar a li Şirnexê di dayîna starta 25’ê Mijdarê de axivî, bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û bangli jinan kir ku jibo azadî û mafên xwe bibin yek.
Navenda Nûçeyan – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi beşdariya Hevseroka xwe Çîgdem Kiliçgun Uçar, li taxa Yenî ya Şirnexê starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdara Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan da. Li cihê çalakiyê pankart û dowîzên bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştinên jinan polîtîk in” û “Li dijî tundiyê niha dema jinê ye” hatin daliqandin û her wiha pankarteke ku li ser nivîsa “Bi hêz û vîna xwe, niha dema jinê ye” jî hat hildan. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
‘Li Tirkiyeyê her sal bi giştî 600 jin tên kuştin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, di çalakiyê de axivî û got: “Tundiya li dijî jinan li her derê cîhanê berdewam e û tu sînoran nas nake. Li vê erdnîgariyê, tundî siyasetek e; li Kurdistanê jî tundiya li dijî jinan siyaseteke ‘şerê taybet’ e. Li Tirkiyeyê her sal bi giştî 600 jin tên kuştin. Em ne tenê ji aliyê mêran ve, lê her wiha ji aliyê darazê ve jî tên kuştin. Tundî, wekî berhemeke pergalê, di nava me de berdewam e. Doza Rojîn Kabaiş mînaka herî berbiçav a vê yekê ye; her çend dosyayeke wisa bû ku dikaribû zû were çareserkirin jî, hîn jî nehatiye çareserkirin. Bi heman awayî, di doza Gulistan Doku de jî kuştinek heye ku destê karbidestekî dewletê’ tê de heye. Em dizanin ku gelek kesên mîna ‘Tuncay Sonelan’ hene, lê têkoşîneke jinan jî heye ku rê nade ev rewş bê ceza bimîne. Doza jineke ku li Sîwrekê rastî destavêtinê hat, doza Îpek Er tîne bîra me. Li Kurdistanê, bi rêya siyasetên ‘şerê taybet’ hewldaneke ji bo bêbandorkirina keda me heye. Li hemberî vê, dirûşma me ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin hevkarên me."
‘Em ê li dijî hemû cureyên siyasetên şerê taybet têbikoşin’
Çigdem Kiliçgun Uçar, di çarçoveya nîqaşên budceyê yên li Parlamentoyê de axivî û wiha pê de çû: “Niha nîqaşên budceyê tên kirin, lê para ku ji bo jinan hatiye veqetandin gelekî kêm e. Du sal in pêvajoyeke ber bi aştiyê û civakeeke demokratîk ve tê meşandin. Wekî ku Birêz Ocalan jî aniye ziman, pirsgirêka herî bingehîn a li cîhanê, newekheviya di navbera jin û mêran de ye. Ger em nikaribin vê biguherînin, em ê di avakirina aştiyê û civakeeke demokratîk de rastî astengiyên mezin bên. Em ê li dijî hemû cureyên siyasetên şerê taybet ên ku li gelek bajarên Kurdistanê tên meşandin, bisekinin û têbikoşin. Tu siyasetê heta niha rê li ber rêxistinbûna jinan negirtiye û ji niha û pê ve jî nikare bigire.”
‘Li dijî jinan şerê taybet tê meşandin’
Piştî axaftinan, têkildarî mijara ‘şerê taybet’ panelek hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, di panelê de axivî û diyar kir ku ji salên 1990'î ve li Kurdistanê cureyekî ‘şerê taybet tê meşandin. Bêrîvan Bahçeci got: “Bi rêya vî şerê taybet, ew hewl didin dengê jinan qut bikin û îradeya wan bişikînin. Ji ber vê yekê ye ku ev şer bi taybetî li dijî jinan tê meşandin. Ew dixwazin ciwanên me ji çanda wan dûr bixin; bi taybetî jî bi belavkirina madeyên hişbir û fuhûşê.”
Piştre, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newroz Uysal Aslan, wiha axivî: “Ger li cihekî jin bên qetilkirin û dewlet jî bi awayekî veşartî erê bike an piştgiriyê bide sûcdaran, ev tê wê wateyê ku di bingeh de tiştek şaş e; ev siyaseteke şerê taybete. Di rewşên wiha de, komkujî an rasterast ji aliyê dewletê ve, an jî ji aliyê kesên ku dewlet piştgiriya wan dike ve tên pêkanîn.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.