Greta Thunberg ‘COP31’ rexne kir

Aktîvîsta avhewayê ya Swêdî Greta Thunberg ku ji bo COP31’ê li Antalyayê bû, lûtkeyên avhewayê yên NY’ê rexne kir û got ku konferans di avêtina gavên berbiçav ji bo pêşîgirtina krîza avhewayê de bi ser neketine.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta avhewayê ya Swêdî Greta Thunberg di daxuyaniyên xwe ya di dema COP31’ê li Antalyayê de got ku konferansên avhewayê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî krîza avhewayê encamên bibandor dernexistine. Greta Thunberg diyar kir ku karesatên avhewayê encama hişyariyên bi salan e ku ji hêla zanyar û civakên ku rasterast ji krîzê bandor bûne ve têne kirin ne. Tekez kir ku divê hikûmet sozên xwe yên avhewayê bicîh bînin. Greta Thunberg bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê û diyar kir ku pêkanînên welatê malûvan ê lûtkeyê nayên paşguhkirin.

COP31 ku di 9’ê Mijdarê de li Antalyayê dest pê kir, dê heta 20’ê Mijdarê bidome. Greta Thunberg ji sala 2021’an vir ve beşdarî konferansên avhewayê yên NY nebûbû.

‘Ji bo pêşîgirtina krîza avhewayê têrê nake’

Greta Thunberg ku ji bo COP31 a îsal hat Antalyayê, bi tundî rêvebirina konferansên avhewayê yên NY rexne kir. Greta Thunberg lûtkeyan şiband ‘sirkên bi rengê kesk xemilandî’  û got ku sozên derbarê krîza avhewayê de hatine dayîn divê êdî bibin gavên şênber.

Greta Thunberg diyar kir ku bi salan e aktivîst bang li desthilatdaran dikin ku bikevin nava tevgerê û wiha got:

“Wekî aktivîst, em li vir in ku zextê li desthilatdaran bikin da ku sozên ku bi dehan salan dane bicîh bînin. Karesatên avhewayê yên vê dawiyê encama hişyariyên ku bi dehan salan ji hêla zanyar û civakên ku rasterast ji krîza avhewayê bandor bûne ve hatine kirin in. Divê em qebûl bikin ku lutkeyên bilind ên COP ji bo pêşîgirtina li karesatek avhewayê têrê nakin.”

Rexneyên mafên mirovan ên li dijî Tirkiyeyê

Greta Thunberg bal kişand ser rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê ku malûvaniya COP31 kir. Li gorî Euronews, Greta Thunberg diyar kir ku têkoşîna avhewayê û mafên mirovan nikarin ji hev cuda bên nirxandin û rexne li Tirkiyeyê kir.

Greta Thunberg got: “Em nikarin çavên xwe li rastiya ku welatê malûvan gelek mafên bingehîn ên mirovan binpê dike bigrin.”