Keştiya penaberên ji başûrê Kurdistanê noqî avê bû 2 zarok winda ne
Keştiyek ku 13 penaberên Kurd dibir Yewnanistanê, di Çemê Merîça li Edîrneyê de binav bû. 2 zarok winda ne.
Edirne – Karesata penaberên li ser rêwîtiya Ewropayê didome. Keştiyeke ku 13 penaberên ji Şengal û Duhokê tê de bûn, hewl da ku derbasî Yewnanistanê bibe. Di 3’yê Mijdarê de, keştiya penaberan bi sedemeke ku hêj nayê zanîn di Çemê Merîçê de noqî avê bû. 11 kesên di keştiyê de hatin rizgarkirin, lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 2 zarokên winda, berdewam dikin.