Dayikên Aştiyê demildest berdin!

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Merdînê, banga demil dest berdana dayîkên Aştiyê yên girtî kirin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li dijî nîşanî girtina Dayika Aştiyê Behiye Yalçin û 6 jinên din li Îzmîrê û şewitandina înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bulut di çalakiyê de bû. Dayikên Aştiyê di daxuyaniyên li navçeyên Artuklu û Nisêbînê (Nisêbîn) de xwestin dayikan demildest bên berdan.

Dayika Aştiyê Besna Gunay a di daxuyaniya li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artukluyê hate dayîn de axivî, wiha got: “Em dayikên wekhevî û mirovahiyê ne. Lê destên van dayikan kelemçe dikin û têxin zindanan. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Em ji bo ku pêşî li ber rijandina xwînê bigirin derketin. Em naxwazin dayik bên kelemçekirin û girtin. em dixwazin dayikên girtî jî bên berdan.”

‘Dayik ji bo aştiyê têdikoşin’

Dayikên Aştiyê Perîhan Atûg a di daxuyaniya li pêşiya Rêxistina HDP’a Nisêbînê hat dayîn de axivî jî, balkişand ku dayik aşitiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin demil dest dayikên hatine girtin bên berdan. Dayik, şer naxwazin û ji bo aştiyê têdikoşin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê û demokrasiyê bernedin. Divê dayikên me tavilê bên berdan. Em qebûl nakin ku dayikên me bên girtin û binçavkirin.”

Dayika Aştiyê Emîne Koç jî di axaftina xwe de diyar kir ku dixwazin li şûna girtinan daxwazên wan ên aştiyê bên bi cih anîn.