Dayikên Şemiyê kujerên Cemal Kavak pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 908’an de li kujerên Cemal Kavak ê 26 sal berê bi îşkenceyê hat qetilkirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya hefteya 908’emîn online li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Cemal Kavak (37) ê di 24’ê nîsana 1996’an de li ser rêya Amed-Bimsilê bi îşkenceyê hat qetilkirin pirsîn. 

Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got dewletê heta îro têkildarî sûcên li dijî însanan hatine kirin yanî derbarê windakirinên di binçavan de tu daxuyaniyek neda ye û got: “Ji bo hesab ji wezîfedarên dewletê ku sûcên giran ên binpêkirinên mafê mirovan kirin û kujerên kesên di binçavan de hatin windakirin û îşkencekirin bipirsin, heta niha tu îradeyek siyasî nehatiye temînkirin. Ev îradeya siyasî qet çênebû. Dema windakiriyên di binçavan de dibin mijar ji bilî tazmînata ku hatiye hikumkirin, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li ber çavan nehat girtin.” 

“Li ser laşê Cemal Kavak şopên îşkenceyê hebûne” 

Gulseren Yolerî behsa serpêhatiya Cemal Kavak kir û ew di salên 90’î de li Dadgeha Bacê ya Amedê wek karmend xebitî ye û ew roja 24’ê nîsana 1996’an herî dawî li rawestgeha Kûrûçeşme ya li Rezana Amedê hatiye dîtin. Gulseren Yolerî da zanîn ku her çiqas malbatê serlêdana windakirinê kir û lêgeriyayî jî cenazeye Kavak di 26’ê nîsanê de li ser rêya Amed-Bismilê hat dîtin. Gulseren Yolerî anî ziman ku li laşê Kavak şopên îşkenceyê hebûne û dozger jî hewcetiyê bi otopsiye nedîtiye.

“Dosyeya Kavak bi demboriyê re rûbirû hat hiştin”

Gulseren Yolerî destnîşan kir ku her çiqas lêpirsîn ji aliyê Dozgeriya Çinarê ve hatibe destpêkirin jî lê lêpirsînek karîger nehatiye kirin û lê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû û dosyeya Kavak bi demboriyê re rûbirû hat hiştin. Gulseren Yolerî anî ziman ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê têkildarî doza Kavak biryara binpêkirina mafê mirovan daye û tevî yekê jî daraza Tirkiyeyê bêdeng maye. Gulseren Yolerî diyar kir ku ji bo dosyeya Cemal Kavak lêpirsînek karîger were destpêkirin ew dixwazin wezîfedarên darazê wezîfeya xwe pêk bînin.